Lêkolînek balkêş: Her ku kîlo zêde bûn temen jî mezin bûye

Li Danîmarkayê domahiya 40 salan li ser 100 hezar kesî lêkolîn hatin kirin, di encam de hate tespîtkirin ku ji 1970’an ve kesên qelew hê emir dirêjtir in.

Li Danîmarkayê domahiya 40 salan li ser 100 hezar kesî lêkolîn hatin kirin, di encam de hate tespîtkirin ku ji 1970’an ve kesên qelew hê emir dirêjtir in.

Journal of American Medical Association (JAMA) lêkolînek kir, li nirxên laşên 100 hezar kesên li Danîmarkayê nêrî. Di lêkolînê de têkîliya mirinên salên 1976-1978, 1991-1994 û 2003-2013 û kîloyên laş hate bidestgirtin.

Di encama lêkolînê de derket holê ku kesên 1970’an temen dirêj piranî xwedî kîloyek normal in, lê hate fêmkirin ku ji 2000’an û şûnde jî kesên qelew bûne xwedî jiyanek hê dirêjtir.

Di vê çarçoveyê de nirxên îndeksa giraniya laş (BMI) hatin hesabkirin. Li gor vê, salên 1970’an yên nirxên wan ên BMI 23,7 bûn û wek xwedî kîloyên normal hatin diyarkirin, di nav temen dirêjan de bûn.

Salên 1990’an jî ferdên ku xwedî emrekî dirêj bûn, BMI wek 24,6 hate hesabkirin, ev jî ji bo yekî dirêjahiya wî 1,83m tê wateya ku 5 kîloyan hê zêdetir e.

Dema salên 2000’an jî, derket holê ku ferdên herî temen dirêj li gor 20 sal ber hê qelew in. Li gor vê jî salên 2000-2013’an ferdên herî emir dirêj xwedî BMI’yek 27 bûn. Ev jî nîşan dide ku yên heta taliya 2000’an xwedî temenên dirêj li gor yên 1970’an nêzî 12 kîloyan hê girantir in.

Di lêkolînê de nehat diyarkirin ku bê ka çi dihêle mirovên qelew li gor ên normal an jî zeîf hê dirêjtir dijîn, hate parastin ku divê pênaseya mirovên zêde qelew dîsa bê kirin.