Li Şirnexê şer û bomberdûman
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî terora dewleta Tirk di roja 69. de ye. Piştî şerê dijwar ê duh bi şev, hêzên dewleta Tirk ji danê sibehê ve obus davêjin nava bajêr.
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî terora dewleta Tirk di roja 69. de ye. Piştî şerê dijwar ê duh bi şev, hêzên dewleta Tirk ji danê sibehê ve obus davêjin nava bajêr.
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî terora dewleta Tirk di roja 69. de ye. Duh bi şev, ji maşînên zirxî yên li dora bajêr bi cih bûne bênavber gule li bajêr hatin reşandin. Li taxên Bahçelîevler, Yenî, Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê jî şer qewimî.
Her wiha balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter heta derengiya şevê li ser bajêr geriyan. Helîkopterên hêzên çekdar ên dewleta Tirk, bi taybetî li ser Gabar û Bestayê nizm firiyan.
Ji danê sibehê ve jî bi tank, top û obusan bomberdûmaneke giran li taxên berxwedanê tê kirin. Ji ber vê topbaranê şewat bi gelek avahiyên li taxên Yenî û Bahçelîevlerê ket.
Tevî vê bomberdûmanê li gelek cihên bajêr, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime.
Liv û tevgera zêde ya ambûlansên li ber nexweşxaneya leşkerî û nexweşxaneya dewletê, balê dikişîne.