Li Rihayê 24 kes hatin binçavkirin, li Hatayê kesek hat girtin
Li Rihayê, tevî rêveberên DBP'ê û xebatkarê Azadiya Welat 24 kes li Rihayê hatin binçavkirin. Li Hatayê jî ji ber ku di dawetê de strana bi Kurdî gotiye, kesek hat girtin.
Li Rihayê, tevî rêveberên DBP'ê û xebatkarê Azadiya Welat 24 kes li Rihayê hatin binçavkirin. Li Hatayê jî ji ber ku di dawetê de strana bi Kurdî gotiye, kesek hat girtin.
AKP/Qesr ê dike nake bi komkujiyan nikare gelê Kurd teslîm bigire, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî dişidîne. Di vê çarçoveyê de li Rihayê herî kêm 24 kes hatin binçavkirin. Li Hatayê jî muzîsyenekî li dawetekê strana bi Kurdî got, hat girtin.
RIHA
Li navçeya Sêwêrekê ya Rihayê polîsan bi ser malan de girtin û Hevserokê DBP'ê Garip Yeşil, xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Emin Aluç, hîndekar Belgîn Gulben û Ferdi Yaşar, rêveberên HDP'ê Mustafa Geyik û Mehmet Utku Arselim jî di navde 12 kes binçavkirin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî polîs û leşkeran bi ser gundên Sarayalti, Eraban, Aydin û Yildirimê de girtin û Endamê Meclisê Abdi Gumuş û Serdar Tekinalp û welatî Îsa Tekin, Yunus Ozaras û Mehmet Tavas binçav kirin.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê piştî polîs Kemal Çokguler rastî êrîşa çekdarî hat, keyayê Taxa Cumhuriyetê Nezir Atilla û welatî Sabri Işık, Nahsan Dagtekin, Mazlum Dagtekin, Ferit Demirtaş, Faîk Okten û Halil Bozan hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku operasyon didome û dibe hêjmara kesên hatibin binçavkirin zêdetir be.
HATAY
Hunermend Murat Ocak ê li Taxa Ozerlî ya navçeya Dortyolê ya Hatayê bi Kurdî stran got û hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Dortyolê. Ocak, piştî lêpirsînê sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî piştî lêpirsînê Ocak bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi heman îdîayê der barê Ocak de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê.