Ji gerîlayên YJA-Starê li Şirnexê çalakî: 4 leşker hatin kuştin
Gerîlayên YJA-Starê li hember artêşa Tirk a li girê Şerefiye ya girêdayî Şirnexê çalakî li dar xistin, 4 leşker kuştin.
Gerîlayên YJA-Starê li hember artêşa Tirk a li girê Şerefiye ya girêdayî Şirnexê çalakî li dar xistin, 4 leşker kuştin.
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, 12’ê Gulanê saet 15.00’an gerîlayên YJA-Starê ji 3 baskan ve li hember Girê Şerefiye yê girêdayî Şirnexê bi çekên ferdî û sûîqestê çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi giştî 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC ji TRT Gabar û Tûgaya Darayê qada çalakiyê û derdora xwe bi obus û hewanan bombe kir.
HPG’ê da xuyakirin ku ev çalakiya ji bo bîranîna Jiyan Konak (Emgîhan Gabar) a li navçeya Kerboran a Mêrdînê di şer de şehîd ket hatiye lidarxistin.
Çalakiyên gerîla ji HPG’ê da xuyakirin wiha ne:
“13’ê Gulanê (îro) saet 08.30-09.00’an hêzên gerîlayên me li hember wesayîteke ku ji qerqola Mamreş a li sînorê navçeya Şemzînan a Colemêrgê derdiket çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin; piştî çalakiyê, qereqola Mamreş qadên derdora xwe da ber obus û hewanan.
12’ê Gulanê saet 16.30-17.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên TC ên li derdora girê Şehîd Zinar ê li qada Oremar a girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê, bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
12’ê Gulanê saet 16.30’an artêşa TC bi piştgiriya 2 helîkopterên Kobra ve hewl da bi helîkopterên Skorksy ve li girê Leylek ê li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê leşkeran deyne. Hêzên gerîlayên me bi çekên giran li helîkopteran dan û helîkopter vekişiyane. Dîsa di heman saetan de dema helîkopterên Skorsky li qereqola Oremarê leşker datanîn, helîkopterên Kobra jî bi armanca pişgiriyê hatibûn. Ev ji aliyê hêzên gerîlayên me ve hatin girtin û helîkopterên Kobra ji qadê vekişiyane.
12-13’ê Gulanê qereqolên Oremar, Bêzokê û Mamreşê yên li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê, xeta sînor a herêma Avaşînê bi obus, hewan û tankan ve bi navber bombe kiriye.
13’ê Gulanê saet 05.30-06.30’an balafirên şer ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, qada Şehîd Mazlûm a girêdayî herêma Zapê bombe kirin.
Li qada Besta ya Şirnexê, ji 10’ê Gulanê ve tevgerek zêde ya pêgerên hewayî yên keşfê hene.
Ji serê meha Gulanê ve qada Besta ji aliyê qereqolên Çelê Nimêja û Gundikê Melê, ji Tumena Şirnex û Tabûra Çakirsûyê bi hewan û topan tê bombekirin.
LI HEMBER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYA ÊRÎŞA BERFIREH A HEWAYÎ
13’ê Gulanê artêşa TC yek ji operasyonên xwe ya herî berfireh li hember Herêmên me yên Parastina Medyayê li dar xistine. Encam û detayên bomberdûmanên nîvê şevê destpê kirin wê piştre bên ragihandin.”