Li Hezexê qiyameta binçavkirin û girtinê

Piştî “qedexeya derketina derve” ya 44 rojan, di operasyonên qirkirinê yên li Hezexê de 35 kes hatin girtin.

Li navçeya Hezexê piştî êrîşên qirkirinê yên 44 rojan, niha jî lez dan operasyonên qirkirinê. Li navçeyê piştî ku qedexe di 31'ê Adarê de bi roj hat rakirin heta niha 35 kes hatin binçavkirin. Ji 36 kesan sedema girtina 16 kesan tê îdiakirin ku navên wan di 3 ajandeyên dema êrîşan de hatiye dîtin de derbas dibe. 

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê 44 rojan êrîşên qirkirinê hatin meşandin, piştî êrîşên qirkirinê, êrîşên qirkirina siyasî hatin destpêkirin. Navçeya ku "qedexeya derketina derve" beşek hat rakirin, heta niha 35 welatî di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatin girtin. Hincetên binçavkirin û girtina welatiyan jî sosret in, tê îdiakirin ku di dema operasyonên qirkirinê de 3 ajandayên ku hatin dîtin, navên van welatiyan tê de derbas dibe û bi ajandayên mijara gotinê, bi dehan welatî hatin girtin. 35 welatiyên ku bi îdiaya "endamê rêxitinê ne" û "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin, ji 35 kesan 16 ji wan bi îdiaya navên wan di ajandayê de derbas dibin hatine girtin.

Ajandaya ku tê îdia kirin û navên 16 kesên ku di vê ajandayê de derbas dibe wiha ne: Endamê Meclisa Şaredariyê yê DBP'ê Murat Şen, Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Ayten Erden, welatiyên bi navê O.K, M.U, S.Ş, S.A, M.S.E, M.D, S.G, H.B, L.O, V.Î, S.K, Î.Ş, Ş.Ş, O.D. û H.K. ne.

Kesekî ku tê îdiakirin navê wî di ajandayê de derbas dibe, ciwanê 16 salî yê bi navê C.S. ye. C.S. piştî li TEM'a Hezexê îfadeya wî hat girtin, sewqî dozgeriyê hat kirin. Piştî li dozgeriyê îfadeya C.S. hat girtin, serbest hat berdan. Tê îdiakirin ku li ser navê C.S. şaneya "X" hatiye nivîsandin. Her wiha li ser navê welatiyê bi navê Ş.K. jî şaneya "X" heye, pitî îfadeyê bi şertê "kontrola edlî" û "qedexeya derketina derveyî welat" serbest hat berdan.

Welatiyên bi lez û bez li Hezexên ketin ber pêla operasyonên qirkirina siyasî, herî dawî Hevseroka HDP'a navçeyê Ayten Erdem, rêveberê DBP'a navçeyê Omer Kaşak û welatiyên bi navê Metîn Ul û Salih Şakar in. Welatiyên ku hatin binçavkirin, bi lez û bez hatin giritn. Hincetên girtina 4 welatiyên jî tê îdiakirin ku navên wan di ajandayê de derbas dibe.

Di malên ku ji aliyê polîsan ve lêgerîn hat kirin de, 3 ajandayên wekî ku polîsan "bi destên xwe danîbin" hatin dîtin de, navê 180 kesî derbas dibe.