BI DÎMEN

Dayikên Teroyan: Em ê bê westan li ber xwe bidin

Dayikên Teroyan ên 50 roj in bê navbera li ber xwe didin, dan xuyakirin ku ew ê li dijî vê plana qirkirinê bê westan li ber xwe bidin.

Li dijî kampa AFAD'ê ku desthilatdariya AKP/Qesr dixwaze ji bo çeteyan li herêma Teroyan a navçeya Mereş Dûlkadîroglû di nava gundên Elewiyan de çêbike, berxwedan dewam dike.

Dayikên Teroyan ên li dijî çêkirina vê kampê li ber xwe didin, nêrîn û fikarên xwe bi ANF'ê re gotin.

Emîne Coşkûn a 77 salî, ku Komkujiya Mereşê ya 1978'an dît, anî ziman ku ev kampa AFAD'ê wê rê li ber qirkirin û koçberkirina wan veke, lewma ew naxwazin.

Coşkûn got, "Vê kampê careke din agir berda dilê min. Ji bo siberoja zarokên me, ciwanên me, ewladên me tarî bikin vê kampê çêdikin. Lê em ê bê westan li dijî vê kampê li ber xwe bidin. Ti nebaşiya me li kesî nebûye. Em mirov in. Çima vê li me dikin. Top, tivinga me nîne. Em kesî nakujin. Em çav bernadin malê kesî. Em hewl didin bi derfetên xwe debara xwe bikin."

'YÊN MIROVAN DIKUJIN Û JI NAVA XWÎNÊ DERKETINE, HEWL DIDIN BIXIN NAVA ME'

Naciye Demîrcî ya 70 salî da xuyakirin, ku hewl tê dayîn li xaka bi sedan salan ew lê dijîn, di bin navê kampa AFAD'ê de hin kesên ew nizanin bê çi ne, werin bicihkirin û got, "Ev ax axa me ye. Dê û bavên me ev 200-300 sal in li vê xakê dijîn. Em vê kampê li vir naxwazin. Em naxwazin li nava gundê me kampek bê çêkirin. Bila ber bi aliyê me ve neyên. Ji ber ku em vê naxwazin êrîşî me dikin. Êrîşî jinên me dikin. Ciwanên me binçav dikin. Ji ber ku em vê kampê naxwazin. Îşkenceyê li me dikin. Em natirsin. Em ê axa xwe nedin van. Vana mirov kuştine. Ji nava xwînê derketine û niha radibin dixwazin bixin nava me."

'WÊ ÊRÎŞÎ ME BIKIN'

Fatma Toplûca ya 89 salî diyar kir, bi vê kampa bê çêkirin ve wê jiyana wan ser û bin bibe û ji ber baweriya xwe hedef werin girtin. Toplûca got, "Cihê me yê îbadetê mala cem e. Vê kampê jî li kêleka me çêdikin. Li her gundî maleke me ya cem heye. Ew ê ji bo wan yekser du mizgeftan çêbikin. Ev ê êrîşî malên me yên cem, êrîşî baweriya me bikin. Li Sûriyeyê hewl didin her kesî bikin Sûnî. Yên nabin jî dikujin. Em dikarin dest ji her tiştî berdin, lê ti carî dest ji baweriya xwe bernadin. Lewma wê êrîşî me bikin. Wê bixwazin me tine bikin. Wê tevahiya xaka me dagir bikin."

...