Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), wê di 16'ê Gulanê de ji bo şermezarkirina peymana Sykes Pîcot a berî 100 salî hat amadekirin û bi armanca pîrozkirina destketiyên neteweyî yên gelê Kurd, li ber deriyê sînor ê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut kiriye, xwepêşandanekê lidar bixe.
KNK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gel û partiyên siyasî yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê kir, ku di dema dayîna daxuyaniya çapemeniyê ya 16'ê Gulanê li ser pira Sêmalka de amade bin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di sedemîn salvegera peymana Sykes Pîcot de, zîhniyet û pratîka vê peymanê di encama têkoşîna hêzên neteweyî de pûç bûne. Li ser bingeha vê astê, KNK afirandina yekîtiya Kurd û Kurdistanê weke erka bingehîn a welatparêziyê dibîne. Lewma girîng dibîne ku hemû hêzên Kurdistanî ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî roleke erênî bilîzin."
'SYKES PÎCOT Û SÎNORÊN HATINE DESTNÎŞANKIRIN, BÊHIKUM BÛNE'
KNK'ê da xuyakirin, ku armanca çalakiya wan şermezarkirina peymana Sykes Pîcot û pîrozkirina destketiyên neteweyî yên bi berxwedana gelê Kurdistanê afiriye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Sînorên bi peymana Sykes Pîcot ve di navbera dewletên Sûriye û Iraqê de hatin destnîşankirn, îro bêwate bûne. Di heman demê de ev sînorên navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bêhikum man e."
'DIVÊ SÎNORÊ BAŞÛR-ROJAVA BÊ RAKIRIN'
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê da zanîn, ku di ast û rewşa heyî de, ji ber statuya Başûr û Rojavayê Kurdistanê divê sînor di pratîkê de ji holê were rakirin û tevî Kurdên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bang li hemû partiyên siyasî, rêxistin û şexsiyetên Kurd kir, ku xwedî li vê çalakiyê derkevin.
ÇALAKÎ WÊ ROJA 16'Ê GULANÊ LI SER PIRA SÊMALKA WERE LIDARXISTIN
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi vê armancê, di 16'ê Gulana 2016'an saet di 14:00 de wê li ser pira Sêmalka civîneke çapemeniyê lidar bixe. Em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistin, şexsiyet û gelê xwe yê welatparêz ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê dikin, ji bo xwedî li vê çalakiya me ya li Sêmalka derkevin û bi xurtî tevlî bibin."
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo wergirtina agahiyên berfireh li ser çalakiyê, hin nûmarayên telefonê jî eşkere kir.
Li gorî vê yekê; ji van nûmarayên li jêrê hatine nivîsandin, der barê çalakiya li Sêmalka de agahiyên berfireh dikarin bên wergirtin.
Hewlêr: 07504490581 an jî 07501910728
Silêmanî: 0770477591
Helepçe: 07501129422
Kerkûk: 07701423644
Duhok: 07507757173