KCK: Em ê faşîzma AKP'ê li her derê têk bibin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe ve li her cihî faşîzma AKP'ê têk bibe. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê li gelê Kurd hat kirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe ve li her cihî faşîzma AKP'ê têk bibe. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê li gelê Kurd hat kirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe ve li her cihî faşîzma AKP'ê têk bibe. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê li gelê Kurd hat kirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, têkildarî civîna xwe ya bi beşdariya 25 endaman a di navbera 3-8'ê Gulanê de lidar xist, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hat ragihandin, ku di civînê de li ser rewşa siyasî û leşkerî ya li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, têkoşîna leşkerî û siyasî ya dema bihurî, xebatên bîrdozî û rêxistinî nîqaşên berfireh hatin kirin, biryar û plansaziya pêwîst hat derxistin.
'TÊKOŞÎNA GEL, DIJMIN TIRSAND'
Di daxuyaniya KCK'ê ya li ser mijarê de hat destnîşankirin, ku di roja îro de, xeta modernîteya demokratîk a li ser bingeha xweseriya demokratîk û rêxistinbûyîna konfederal a demokratîk, ku xwe dispêre civaka demokrat, yekane alternatîf e. KCK'ê diyar kir, vê rastiyê xwe bi rewşa leşkerî û siyasî ya dema bihurî îspat kiriye û hat gotin, "Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd, di serî de sîstema faşîst a qirkirinê ya li Tirkiyeyê, hemû dijminên Kurdan û paşverûtiya li herêmê tirsandiye. Dewleta Tirk di serî li Sûriyeyê, li her derê bi dijminên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re tevdigere. Ev yek nîşan dide ku têkoşîn wê dijwartir bibe. Di civîna me de hatiye destnîşankirin, ku divê gelê me û tevgera me ya zadiyê li ser vê bingehê xwe ji têkoşîneke demdirêj a li Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn re amade bike. Daye xuyakirin, ku girîng e ev têkoşîn tevî hêzên şoreşger demokratîk ên li herêmê were meşandin."
'ME TIRKIYE XIST NAVA PÊVAJOYEKE DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ KU VEGERA JÊ NABE'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser darbeya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hat kirin û hat gotin, "Li hemberî êrîşên topyekûn ya tevgera me ya azadiyê û hêzên demokrasiyê wê serî bitewanda, yan jî wê ji bo pêkanîna armancên xwe li ber xwe bida. Bêguman gelê me û tevgera me ya azadiyê mîna çil sal in dike, bê teredût biryara berxwedanê da. Bi sekna xwe û bi berxwedana xwe nîşan da ku ev darbeya faşîst û êrîş bi ser nakevin.
Ciwanên leheng ên Kurdistanê û jinên Kurd ên bi ruhê azadiyê, li ser bingeha ragihandina xwerêveberiyê û demokrasiya herêmî, li Tirkiyeyê pêngava demokratîkbûyînê dan destpêkirin û bi berxwedana xwe ve nîşan dan ku êdî Tirkiye û Kurdistanê nabe mîna berê bê birêvebirin. Tirkiye xistin nava pêvajoyeke demokratîkbûyînê ya vegera jê nîne. Êrîş û şehadet çiqasî giran jî be, ya bi ser ket şehîdên me yên berxwedana dîrokî nîşan dan, ya têk çû jî hêzên faşîst ên qirkirinê ne."
'BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ WÊ BI RÊ Û RÊBAZÊN DEWLEMEND BIDOME'
Hevserokatiya Konseya Rêveber da zanîn, ku di civînê de berxwedana xwerêveberiyê û encamên wê bi berfirehî hatine nirxandin û biryarên girîng hatine stendin. Li gorî daxuyaniyê, di civînê de hat destnîşankirin, ku biryar û berxwedana xwerêveberiyê ya li bajar, bajarok û taxan, di dîroka têkoşîna azadiyê de asteke girîng e; vê pêngavê bi sekn û berxwedana şehîdan nirxên mezin ên têkoşîna azadiyê bi ser bixîne afirandiye. Hat ragihandin, ku biryar hatiye dayîn berxwedana xwerêveberiyê bi rê û rêbazên dewlemend, li ser bingeha demokrasiya herêmî heta demokratîkkirina Tirkiyeyê bênavber were meşandin.
'GERÎLA WÊ PÊNGAVA DÎROKÎ BIMEŞÎNE'
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, bi meha Gulanê re wê gerîla bigihêje derfetên xurt ên liv û tevgerê û hat gotin, "Li ser vê bingehê, ji bo temamkirina berxwedana xwerêveberiyê û pêşvebirina têkoşînê, hem li çiyê, hem li bajaran, hem jî li metropolên Tirkiyeyê wê pêngaveke dîrokî li dijî hêzên faşîst, qirkirin-darbekar ên leşker, aborî û siyasetê ji xwe re dikin maske, bimeşîne."
Hevserokatiyê diyar kir, desthilatdariya AKP'ê hemû dijminên hêzên demokrasiyê û gelê Kurd digire cem xwe, bi wan re şerekî kirêt dimeşîne û da zanîn, ji ber vê yekê divê têkoşîna li hemberî faşîzma AKP'ê bi hevkariya hêzên demokrasiyê were meşandin.
'NÊZÎKATIYA LI RÊBER APO NÊZÎKATIYA LI GELÊ KURD E'
Hevserokatiyê bibîr xist, ku gava destpêkê ya şer, redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê û şidandina tecerîda li Îmraliyê ye û destnîşan kir, ku ji ber nêzîkatiya li Ocalan nêzîkatiya li gelê Kurd e, azadiya gelê Kurd jî bi azadiya Ocalan dibe, lewma divê li ser vê bingehê têkoşîn were xurtkirin. Hat destnîşankirin, ku her kesên daxwaza azadiya Ocalan dikin, xwedî wê berpirsyariyê ne ku li her cihî têkoşînê mezintir bikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku AKP hemû Kurdan hedef digirin, lewma girîng e cerdevan vê rastiyê bibînin û li dijî polîtîkayên şerê kirêt ê AKP'ê derkevin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîş û gefên AKP'ê yên li hemberî civaka Elewiyan bi taybetî ya li herêma Mereşê û hat gotin, "Di civîna me bang li hemû hêzên demokrasiyê û gelê Kurd hatiye kirin ku xwedî li civaka Elewî derkevin û li hemberî van êrîşên qirkirinê Elewiyan bi tenê nehêlin. Tevgera me ya azadiyê biryar daye, ku li hemberî van êrîşan bi rengekî çalak li cem Elewiyan cih bigire."
Hat gotin, "Civîna Konseya Rêveber tespît kiriye ku desthilatdariya AKP'ê di dema xwe ya herî qels de ye, lewma bi tifaqa bi hêzên faşîst ên dijminê Kurdan û dijminê demokrasiyê ve dixwaze xwe li ser piyan bigire, di polîtîkaya derve û hundir de bi karaktera xwe ya dijminatiya li demokrasiyê û galn îflas kiriye, çiqasî biryardariya têkoşînê ya gelan û hêzên demokrasiyê dewam dike faşîzma AKP'ê jî ewçend qels dibe. Faşîzma AKP'ê wê tevî tifaqên xwe têk biçe. Di civînê de bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hatiye kirin ku têkoşîna li dijî AKP'ê bi biryardarî û bênavber bidomînin."
BANGA TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN GERÎLA
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di civînê de hat destnîşankirin; ciwanên Kurd berxwedana xwe ya fedaî ya bi dehan salan dimeşîne, di berxwedanên xwerêveberiyê de derxistine asta herî bilind û di berxwedanên xwerêveberiyê de şehîd dane. Mîna duh divê îro jî ciwan têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bikin û rola xwe bilîzin. Ji bo mezinkirina artêşa gerîla bang li hezaran ciwanan tê kirin, ku tevlî nava refên gerîla bibin."
'EM Ê LI HER DERÊ TÊK BIBIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Konseya me ya Rêveber, di serî de ev mijarên hatin bilêvkirin, hemû pirsgirêk bi berfirehî nîqaş kir, biryarên ji bo serketina dema pêş wergirt û plansaziya pêkanîna van biryaran destnîşan kir.
Tevgera me ya azadiyê ji bo dilsoziya bi şehîdan re, wê di xeta Rêbertiyê de pêşengiyê ji têkoşînê re bike, li ser bingeha serketina têkoşîna me ya azadiyê ya di havîna 2016'an de wê faşîzma AKP'ê û hemû dijminên demokrasiyê, di serî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li her qada têkoşînê têk bibe."