Rêxistina Efûyê: Li Şêx Meqsûdê sûcê şer pêk tê
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin ku komên êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin, sûcên şer pêk tînin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin ku komên êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin, sûcên şer pêk tînin.
Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hat diyarkirin ku têkîldara topbarana ketober a li Taxa Şêx Meqsûdê û kuştina bi dehan sivîlan ên li Taxa Şêx Meqsûdê ya ji aliyê komên çete delîl kom kirine.
Li gor nûçeya Reûtersê, di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de ev hatiye gotin: “Rêxistinên çekdar ên derdora herêma Şêx Meqsûdê girtine, bi çendan caran ketober êrîş li dar xistin, li mal, kolan, bazar, mizgeftên sivîlan dan, canê mirovan tine hesibandin û ew kuştin, birîndar kriin.”
Berpirsa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Rojhilata Navîn Magdalena Mûghrabî, diyar kir ku di êrîşên ketober de dibe çekên kimyewî jî bi kar hatibin, ev jî sûcê şer e.
Di Raporê de hat gotin ku di nav çekên rêxistinên çekdar bi kar tînin de , roketên Hamîm û topên cehenemê ku bi kapsulên gazê û guleyan hatine xurtkirin û nikarin xwe li hedefê bigirin hene.”