NÛ BÛ

AKP/Qesr çiqasî têk diçe, ewqasî êrîş dike: 14 girtin, 1 binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Bedlîs û Şirnexê de 14 kes hatin girtin, kesek jî hat binçavkirin.

AKP/Qesr bi şidandina zextan hewl dide têkçûna xwe ya leşkerî û siyasî ya li pêşberî gelê Kurd veşêre. Di encama operasyonên qirkirina siyasî de li Bedlîsê 14 xwendekar hatin girtin, li Şirnexê jî Hevserokê HDP'ê yê Qilabanê hat binçavkirin.

BEDLÎS

Li Bedlîsê beriya 4 rojan di serdegirtinan de 16 xwendekarên Zanîngeha Erenê hatibûn binçavkirin derxistin Edliyeya Bedlîsê. 16 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 16 xwendekaran, 14 xwendekaran bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin 2 xwendekar jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Xwendekarên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê. 

Xwendekarên ku hatin girtin ev in: Bêrîvan Zadsan, Berîn Sari, Rozerîn Kurt, Sûleyman Devîren, Abdurahîm Karahan, Omer Yildiz, Galîp Kirmizigûl, Îbrahîm Fîlîz, Gonûl Uzunay, Savaş Aydin, Ferhat Demîr, Ramazan Eles, Ramazan Mete, Kadîr Gûltekîn.

ŞIRNEX

Li Taxa  Yeşîlyuva ya navçeya Qilabanê a Şirnexê çeteyên Qesrê bi ser mala Hevserokê HDP’ê yê navçeya Qilebanê Mesût Paksoy de girtin. Hat diyar kirin ku  bi dehan çeteyên Qesrê li malê lêgerîn kirin û di dema lêgerînê de li Paksoy dane. Çeteyên Qesrê her wiha li xizmên Paksoy jî dan, Computera wî û nivîsî wî jî desteser kirni.

Piştî lêgerîn xilas bû Poksoy hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê a Navçeya Qilabanê.