HPG: Helîkopter ji aliyê hêzên me ve hat xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, helîkoptera îro danê sibehê li qada Aşûtê ya Çelê hat xistin, ji aliyê hêzên wan ve hatiye xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, helîkoptera îro danê sibehê li qada Aşûtê ya Çelê hat xistin, ji aliyê hêzên wan ve hatiye xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê şerê li bejahiya navçeya Colemêrg Çelê û xistin helîkoptera li vê herêmê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:
"Roja 13'ê Gulanê saet di 04:30 de, li hemberî artêşa Tirk a mêtînger a li qada Aşûtê ya navçeya Colemêrg Çelê bi cih bûbû, hêzên me operasyoneke berfireh a şoreşgerî pêk anîn.
Li gorî agahiyên destpêkê yên ji vê herêma şerê dijwar lê diqewime hatin wergirtin, helîkoptereke bi tîpa Kobra ji aliyê hêzên me ev hat xistin. Her wiha gelek leşker hatin kuştin û beşek ji çekên leşkeran hatin rakirin.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Tirk ku dibêje 'helîkopter di encama qezayekê de ketiye xwarê' ne rast e. Agahiyên berfireh ên li ser vê operasyonê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."