KURDISTAN
Di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li ber Girtîgeha bi Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hate dayin û işaret bi girîngiya berxwedanê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de hate kirin.
Dîmenê nameya destpêkê ya ji girtîgehê, belgeya mirinê û alavên şexsî yên yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Hayrî Dûrmûş yekemcar hate weşandin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de diyar kirin ku îradeya ji pola ya li zindanê îro li çiyan dewam dike û gotin: "Em şopdarên herî dilsoz ên vê mîrateyê ne."
KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Hemû Nûçe
-
Jinên çûn Terolare hatin binçavkirin
Piştî ku leşkeran pêşî li girseya gel a diçû herêma Terolarê girtin, bi pêşengiya jinan li pêşiya gund çalakiya rûniştinê destpê kir. Hunermend Pinar Aydinlar û Done Sarikabadayi hatin binçavkirin.
-
-
Pêşî li mirovên diçin Terolar tê girtin
Ji bo destekkirina Kurdên Elewî yên li dijî kampa penaberan a li herêma Terolar tê çêkirin derdikevin, ji gelek herêmên kurdistan û Tirkiyeyê mirov diçin herêmê. Lê belê leşkerên Tirk li pêşiya mirovan dibin asteng.
-
Leşkerên Tirk 2 Rojavayî qetil kirin
Leşkerên Tirk danê vê sibehê li rojhilatê Girê Spî gule li sivîlên xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin reşandin. Di encama vê êrîşê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
-
Şer li Nisêbînê giran e
Li Nisêbînê, ji duh êvarê ve bênavber şerekî dijwar diqewime. Li hemberî vî şerê bi her rêbazên kirêt tê meşandin, berxwedana xwerêveberiyê jî dewam dike.
-
-
-
-
'Gelê ku mafên xwe dixwaze ti carî ji dewletê natirse'
Endamê Komîteya Zanist û Ronakbîrî Karzan bi rasthatina 6. salvegera şehadeta şoreşgerê Kurd Ferzad Kemanger û hevalên wî axivî, got: “Ferzad Kemanger û hevalên wî li hemberî rejîma faşîst a Îranê serî rakirin û li hember êrîşên wan li ber xwe dan.”
-
-
-
-
Girtiyekî din jiyana xwe ji dest da
Girtiyê bi navê Ferhat Sarihan ê ku li Girtîgeha Oltî ya Erziromê dima, piştî nerehet bû û ji aliyê gardiyanan ve bi awayekî kêyî bi seatan di koguşê de hat girtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
-
Li Wanê bi dehan herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Wanê gelek herêmên girêdayî navçeyên Şax, Elbak, Gevan, Îpekyolû, Erdîş û Payîzavayê di 6’ê Gulanê-20’ê Gulanê de wek “Herêmên Ewlehiya Taybet” îlan kir û qedexe danî.
-
-
-
-
Li Mazgêrdê bomberdûman
Li bejahiya Mazgêrdê piştî ‘qedexeya derketina kolanan’ hate îlankirin, helîkopteran dest bi bomberdûnanê kirin.
-
-
Li Agiriyê çalakiya gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya li Agirî ya li hemberî artêşa Tirk de maşîneke bi tîpa Reo tevlî leşkerên tê de hatiye rûxandin.
-
-
Artêşa Tirk topan davêje merasîma cenaze
Ji bo fermandarên HPG'ê Ekrem Guney (Azad Sîser) û Ahmet Tavla (Çekdar Amed) ên roja 2'ê Gulanê jiyana xwe ji dest dan, li Şehîdgeha şehîd Hêvîdar şehîd Amed a li Licê amadekariya merasîmê tê kirin. Lê belê dewleta Tirk topan davêje vê derê.
-
YPG: 4 çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin û di encama bersivdayîna YPG/YPJ'ê de 4 ji van çeteyan hatine kuştin.
-
Li Şemzînanê sewqiyata leşkerî
Li bejahiya gundê Garê yê Şemzînanê operasyona leşkerî di roja 5. de didome. Artêşa Tirk bi helîkopteran yekîneyên taybet daxist herêmên Mêrgesaw, Gorbadîna û Çiyayê Panê.
-