Li Silopiya û Pasîna Jêrî 14 kes hatin girtin

2 kesên ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê û 12 kesên di serdegirtinên malan ên li Pasîna Jêrî hatin binçavkirin, hatin girtin.

2 kesên ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê û 12 kesên di serdegirtinên malan ên li Pasîna Jêrî hatin binçavkirin, hatin girtin.

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de duh çeteyên Qesrê avêtin ser taxa Nûr, Halît Ûygûr û Vahap Otleş binçav kirin. Piştî karên wan ên li emniyetê, şandin edliyeyê. Piştî îfadeyên wan ji aliyê dozger hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ûygûr û Otleş bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

Her du kesên hatin girtin, şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Şirnexê.

ERZIROM

Di serdegirtinên malan ên li navçeya Pasîna Jêrî ya Erziromê de 12 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên wan ên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyan, bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” û propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.

Hevserokê HDP’a Navçeyê Nûrettîn Aydin, Delegeyê KCD’a Erziromê Cesîm Çetînkaya, Rêveberê DBP’a Navçeyê Nîzamettîn Barîn, namzetên HDP’ê yê hilbijartinên 7’ê Hezîranê Halîl Îbrahîm Koç û Necmettîn Aydin, Mehmet Dogan, Cebbar Yavûz, Adem Guzungu, Mehmet Guzungu, Çetîn Yavûz û 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.