Ji Kartal daxuyaniya li ser avabûna parlamenta li Amedê
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir, ku hewldana rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, darbeya 2'ê Adara 1994'an gelekî derbas kiriye.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir, ku hewldana rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, darbeya 2'ê Adara 1994'an gelekî derbas kiriye.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal destnîşan kir, ku hewldana rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, darbeya 2'ê Adara 1994'an gelekî derbas kiriye. Kartal destek da gotinên 'em bê alternatîf nînin' ên Hevserokê HDP'ê Demîrtaş û got, "Avakirina parlamentê li Amedê, di rojevê de ye."
Erdogan û AKP ên li dijî gelê Kurd şerê topyekûn dane destpêkirin, ji aliyekî ve bajarên Kurdistanê bombe dikin, li aliyê din jî sivîlan qetil dikin. Rewşa li Enqereyê jî ji vê ne cuda ye. Bi fermana Erdogan ê dixwaze destnedana parlamenterên HDP'ê were rakirin, li meclîsê hewldaneke lînçkirinê hat destpêkirin.
Parlamenterê DEP'ê ya hat girtin û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ev rewş ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, ya îro diqewime ji pêkanînên 2'ê Adara 1994'an ê li hemberî parlamenterên DEP'ê gelekî dijwartir e. Kartal got, "Dewleta Komar Tirkiyeyê bi şerekî topyekûn xwest pêşî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bigire û bi desteka ji qada navneteweyî wergirt ve li dijî gelê Kurd û gerîlayan bêqanûnî kir. Li parlamentê jî bi rakirina destnedana parlamenterên Kurd xwest pêşî li mûxalefetê bigire. Polîtîkayeke avêtina wan ji parlamentêm eşand. Rewşa heyî ya îro nîşan dide, ku zîhniyeta dewletê piştî 22 salan heman zîhniyet e. Ya ku îro diqewime, şerekî ji yê salên 1990'î gelekî dijwartir e. AKP a ji aliyê Erdogan ve tê temsîlkirin ku li dijî qewimînên li Gazzeyê derdikeve, bajaran dişewitîne, mirovn qetil dike û neçarî koçberiya bi darê zorê dihêle."
Kartal diyar kir, AKP û dewlet bi hemû mekanîzmayên xwe êrîşî kurdan dikin û got, "Di sala 1994'an de partiya me û parlamenterên me hedef hatin girtin. Destenedana me hat rakirin. Îro jî bi konseptek li dijî destûra bingehîn tevdigerin. Mîna êrîşa çeteyan a li hemberî gelê Cizîr, Gever, Sûr û Nisêbînê, AKP'yî jî li Meclîsê êrîşî HDP'yiyan dikin."
'AVAKIRINA PARLAMENTA LI AMEDÊ DI ROJEVÊ DE YE'
Kartal axaftina "Eger ev gel bixwaze wê gelek parlamentan ava bike" ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş nirxand û got, "Axaftina Demîrtaş nîşan dide ku ev gel bêçare nîne. Hatîp Dîcle jî di vî warî de axivî bû. Bêguman ne rast e ez ji vir tiştekî bêjim. Lê belê hem ji axaftina Demîrtaş, hem jî ji axaftina Dîcle tê fêmkirin ku ev alternatîf gelekî xurt e. Bêguman weke Têkoşîna Azadiyê ya Kurd em vê yekê bi rengekî vekirî dibêjin: Em di wê baweriyê de ne ku çareseriyê di nava yekparebûna Tirkiyeyê, di çarçoveya azadî û demokrasiyê, bi têkoşîna bi hev re ya gelan dikarin pêk bînin. Em bawerin şert û mercên vê jî hene. Şert û mercên herêmî û welêt, ji bo vê guncaw in. Lê belê eger gelê Kurdistanê di vî warî de bersivek ji gelê Tirkiyeyê nebîne, di têkoşîna demokrasiyê de bi tenê bimîne, bêguman wê gelê Kurd li Amedê alternatîfa xwe ava bike. Ev hemû weke dibetiyan di rojevê de ne."