Pêşî li mirovên diçin Terolar tê girtin

Ji bo destekkirina Kurdên Elewî yên li dijî kampa penaberan a li herêma Terolar tê çêkirin derdikevin, ji gelek herêmên kurdistan û Tirkiyeyê mirov diçin herêmê. Lê belê leşkerên Tirk li pêşiya mirovan dibin asteng.

Bi armanca destekkirina berxwedêrên Terolarê, pêkhateyên HDK'ê, komeleyên Elewiyan, hunermend û bi sedan kesî berê xwe dan herêma Terolar a navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê. Lê belê leşkerên Tirk li pêşiya çalakgeran bûn asteng. Bi sedan mirovên ji gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin, li pêşiya Terolarê ji aliyê leşkeran ve hatin sekinandin. Di nava girseya gel de Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca, endam Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Pinar Aydinglar û nûnerên bi dehan saziyên Elewiyan hene.

Welatiyên ji bo destekê bidin berxwedana gel, bi biryardarî hewl didin xwe bigihînin herêmê û 2 rojan nobedê bigirin.