Li Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar, ji bo merasîma cenaze ya Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Ekrem Guney (Azad Sîser) û ji fermandarên HPG'ê Ahmet Tavla (Çekdar Azad) ên li bejahiya Hêdîk Xosorê ya navçeya Licê ya Amedê di 2'ê Gulanê de di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran welatî kom bûn.
Lê belê artêşa Tirk ji Leşkergeha YÎBO topan davêje vê derê. Qada ku welatî lê ne tê topebarankirin û parçeyên şarapnelê jî heta qada merasîma cenaze belav dibe.
Tevî topbaranê jî welatî li vê derê disekinin. Tê payîn, cenazeyên Guney û Tavla di saetên pêş de bên defnkirin.