Li Şemzînanê sewqiyata leşkerî
Li bejahiya gundê Garê yê Şemzînanê operasyona leşkerî di roja 5. de didome. Artêşa Tirk bi helîkopteran yekîneyên taybet daxist herêmên Mêrgesaw, Gorbadîna û Çiyayê Panê.
Li bejahiya gundê Garê yê Şemzînanê operasyona leşkerî di roja 5. de didome. Artêşa Tirk bi helîkopteran yekîneyên taybet daxist herêmên Mêrgesaw, Gorbadîna û Çiyayê Panê.
Li herêmên Zozana Xapuştê, Çiyayê Panê, Mêrgesaw, Gorbadîna û Kurê Mizgeftê yên bejahiya gundê Garê yê Şemzînanê, operasyona ku di 2'ê Gulanê de piştî êrîşên li hemberî Qereqola Ortaklar a gundê Bêsosinê destpê kir berdewam dike.
Hate ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de bi helîkopterên Skorsky yekîneyên taybet li herêmên Mêrgesaw, Gorbadîna û Çiyayê Panê hatine bicihkirin.