Li Agiriyê çalakiya gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya li Agirî ya li hemberî artêşa Tirk de maşîneke bi tîpa Reo tevlî leşkerên tê de hatiye rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya li Agirî ya li hemberî artêşa Tirk de maşîneke bi tîpa Reo tevlî leşkerên tê de hatiye rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê operasyonên li Dersîm û Colemêrgê de agahî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
LI AGIRIYÊ ÇALAKIYA BI BANDOR
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"5'ê Gulanê saet di 15:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên artêşa TC ên li herêma di navbera navçeya Wan Ebed û gundê Kevirê Şamiyan ê navçeya Agirî Bazîdê de tev digeriyan, çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de maşîneke leşkerî ya bi tîpa Reo hedef hat girtin û di encama lêdana derbên xurt de ev maşîn hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndar ji herêmê hatin rakirin.
LI DERSÎMÊ OPERASYON
5'ê Gulanê, artêşa TC li Dersîmê operasyoneke dorfireh da destpêkirin. Di vê operasyonê de li hin cihan şer derket; balafirên şer jî bombe li hin herêman barandin. Agahiyên berfireh ên li ser operasyonê wê piştre bên eşkerekirin.
Roja 5'ê Gulanê, 3 qemyon û dozerek dewletê yên li qereqola Madenê ya Şirnexê ku hatiye valakirin dixebitîn, ji aliyê hêzên me ve hatin şewitandin.
Ji 4'ê Gulanê ve kontra û cerdevanên gundên Reşinê û Nitê yên navçeya Sêrt Dihê, li qadên Çela Sor û Neke Aval di nava liv û tevgerê de ne.
ÇALAKIYA LI ŞEMZÎNANÊ
5'ê Gulanê saet di navbera 13:00-14:00 de li hemberî artêşa TC a li derdora girê Genîş ê li herêma Şemzînanê bi cih bûn, bi çekên giran çalakiyek hat lidarxistin. Piştî vê çalakiya hêzên me, saet di navbera 14:00-17:00 de ji Tabûra Garê obus û hawan li qadên Ranya Pirê û Şehîd Havîn hatin barandin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
5'ê Gulanê saet di navbera 20:00-21:30 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qada Şêxzade ya li Xakurkê barandin.
5'ê Gulanê saet di navbera 20:00-21:00 de balafirên şer ênj artêşa TC qada Kelaşîn a Ranyayê bombe kirin.
Roja 6'ê Gulanê (îro) saet di navbera 03:30-04:30 de balafirên şer bombe li derdora gundê Dupirê, Şêrane, Cemşeritkê yên Garê û geliyê ava Xazir bombe kirin.
5'ê Gulanê saet di navbera 19:00-20:00 de helîkopterên Kobra li qada Xapuşkê ya Şemzînanê xistin."