Agahiyên li ser nasnameya 6 gerîlayan hatin eşkerekirin

Nasnameyên 6 gerîlayên li bejahiya Licê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin. HPG'ê got, "Ciwanên Kurdistanê wê wezîfeyên dîrokî yên van şeş hevrêyan radestî me kirine hilgirin ser milan û têkoşînê mezin bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên li Licê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

Daxuyaniya navendê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Roja 2'ê Gulanê li bejahiya Licê ya eyaleta Amedê, rejîma AKP'ê ya mêtînger-faşîst operasyonek pêk anî. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel duh dabû xuyakirin, ku di vê operasyona hewayî û bejahî de 6 hevalên me şehîd ketine. Tevî endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Azad Sîser û ji fermandarên HPG'ê Çekdar Amed hevalên me Necmî, Alîşer, Canşer û Armanc şehîd ketin.

Nasnameyên hevalên şehîd ketin:

Nasnav: Azad Sîser
Nav paşnav: Ekrem Guney
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Navên dayik û bav: Emîne-Mûhîttîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Gulana 2016 / Amed

Nasnav: Çekdar Amed
Nav paşnav: Ahmet Talva
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Salîha-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Gulana 2016 / Amed

Nasnav: Alîşer Amed
Nav paşnav: Alî Ozkan Eryilmaz
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Zehra-Cemal
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Gulana 2016 / Amed

Nasnav: Armanc Amed
Nav paşnav: Hamdîn Ozcan
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Selva-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Gulana 2016 / Amed

Nasnav: Canşer Metînî
Nav paşnav: Îdrîs Hasan
Cihê ji dayikbûnê: Qamişlo
Navên dayik û bav: Naîme-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Gulana 2016 / Amed

Nasnav: Necmî Aberna
Nav paşnav: Şehmûs Gultekîn
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Gazel-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Gulana 2016 / Amed

Rejîma AKP'ê, ku li pêşberî gerîlayên Kurdistanê yên di xeta fedaî ya Apoyî de şer dikin û li pêşberî têkoşîna lehengî ya ciwanên Kurdistanê ya li bajaran têk diçe, jê heye ku bi bikaranîna teknolojiya herî dawî ew ê karibe encamê bigire. Hemû êrîşên dike, encama vê ne.

Hevrêyên Necmî, Alîşer, Canşer û Armanc ên tevî ehvalên me Azad û Çekdar ji Amed, Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşîna me ya azadiyê bûn û li nava refên gerîla bûn xwedî meşeke bi rûmet, di nava şert û mercên herî zehmet de bûn sembola fedekarî, kedkarî û mezinkirina berxwedanê. Ciwanên Kurdistanê wê wezîfeya dîrokî ya van şeş hevrêyên me radestî me kirine hilgirin, têkoşînê mezin bikin, xwedî li wan derkevin û dilsozê bîranîna şehîdan bin."

...