Şer li Nisêbînê giran e
Li Nisêbînê, ji duh êvarê ve bênavber şerekî dijwar diqewime. Li hemberî vî şerê bi her rêbazên kirêt tê meşandin, berxwedana xwerêveberiyê jî dewam dike.
Li Nisêbînê, ji duh êvarê ve bênavber şerekî dijwar diqewime. Li hemberî vî şerê bi her rêbazên kirêt tê meşandin, berxwedana xwerêveberiyê jî dewam dike.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî terora dewleta Tirk di roja 55. de ye. Li navçeya ku bomberdûmaneke giran lê tê kirin, şerê di navbera endamên YPS/YPS Jin û hêzên rejîmam Tirk de diqewime, dewam dike. Li taxên Abdulkadîrpaşa, Zeynelabîdîn, Kişla, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê berxwedan her heye. Li navenda sûkê jî ku şer lê nîne, hêzên dewleta Tirk dest bi talanê kirin.
Hêzên dewleta Tirk deriyê hemû kargehên li Sûka Qaçaxçiyan teqandin û dest bi diziyê kirin. Li heman herêmê, hêzên dewleta Tirk deriyên apartmanan şikandin, ketin nava xaniyan û dest bi talan û diziyê kirin.
Êrîşên ku YPS/YPS Jin bersivê dide wan, dewam dikin. Li aliyê din sewqiyata leşkerî ya ber bi navçeyê heta danê sibehê hat kirin.