Li gundê Çelê qedexe hat berfirehkirin

Li gundê Aşûtê yê navçeya Çelê “qedexeya derketina kolanan” hat berfirehkirin û li 5 cihên din jî qedexe hatin îlankirin.

 Li gundê Aşûtê yê navçeya Çelê “qedexeya derketina kolanan” hat berfirehkirin û li 5 cihên din jî qedexe hatin îlankirin.

Li gundê Aşûta Çelê ya Colemêrgê piştî di navbera gerîlayên HPG’ê û hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê de şer derket, “qedexeya derketina kolanan” hatibû ilankirin û piştre jî qedexe hat berfirehkirin. Di gundê Gêman û taxên wê Mêrgan, Zawîte, Koprulu û Minyanişa de jî qedexe hat îlankirin. Hat ragihandin ku qedexe wê piştî saet 12.00’a şevê destpê bike. Hate diyarkirin ku hemû gund ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatine dorpêçkirin.