YPS derbeyên giran li tîmên taybet dixe: 29 mirî
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku di çalakî û şerên 5’ê Gulanê yên li Şirnex û Nisêbînê de herî kêm 29 tîmên taybet hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku di çalakî û şerên 5’ê Gulanê yên li Şirnex û Nisêbînê de herî kêm 29 tîmên taybet hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiyên cuda yên li Şirnexê de 28 tîmên taybet hatine kuştin, li Nisêbînê jî hêzên dewletê li gelek nuqteyan gelek windahî dane.
Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê de ev agahî hatin dayîn:
NISÊBÎN
5’ê Gulanê piştî nîvro, dema çete ji aliyê Weysîka ketin malekê, yekîneyên me yên xweparastinê bi çekên ferdî û giran çalakî li dar xistin, li vir çeteyekî Qesrê hatin kuştin. Di vê çalakiyê de mirî û birîndar zêde ne, lê hejmar nehate zelalkirin. Li heman cihî yekîneyên me tankeke ku nêz dibû jî bi roketan derb kirin, çeka tankê jî hate rûxandin. Ev tanka piştre bi wesayîteke barhilgir ve kişandine. Kepçeya ku 22’yê Nîsanê li Taxa Koçera jî hatibû rûxandin, hê di bin kontrola yekîneyên me de ye.
ŞIRNEX
3’yê Gulahnê danê êvarî saet 16.00’an dema endamên Tîmên Taybet ên Jendermeyan hewl dan ji du baskan ve bikevin maleke li Taxa Bahçelîevlerê, ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di vir de herî kêm 3 tîmên taybet ên jendermeyan mirin, 2 jî birîndar bûn. Dîsa li derdora heman taxê, dema tîmên taybet ên jendermeyan careke din li malekê bi cih dibûn, cardin yekîneyên me çalakiya sabotajê li dar xistin û herî kêm 7 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Dema çeteyan hewl dan bi tankê ve destwerdanê bike, ev tank hate derbkirin. Tîmên Taybet ên Jendermeyan ku li derdora vê tankê bûn jî bi çekên giran û bombeyên dest hatine hedefgirtin, li vir 4 Tîmên Taybet ên Jendermeyan hatin kuştin. Di şerên bi tîmên taybet ên ku destpêkê xwe avêtin mizgeftê û piştre ji vir reviyan de jî 6 tîmên din ên taybet hatin kuştin.
5’ê Gulanê saet 09.00’an dema çeteyan hewl dan li taxê bikevin malekê, yekîneyên me ev çete kirin hedef, di çalakiya sabotajê de 8 çete hatin kuştin. Tankek li cihê şer hatibû bicihkirin jî dema hewl da destwerdanê bike ji aliyê yekîneyên me ve bi roketan hate bêbandorkirin. Ev şer heta danê êvarî saet 18.30’an dewam kiriye.