Pêngava Fermandar Rûbar a mora xwe li Şoreşa Rojava xist

Di pêngava ser YPG/YPJ'ê ya "Fermandar Rûbar Qamişlo" re salek derbas bû. Di nava vê dema kurt de gelê xwecihî li xaka ji aliyê YPG/YPJ'ê ve hat rizgarkirin, vegeriya.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê di 10'ê Tîrmeha 2015'an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand, ku pêngava "Fermandar Rûbar Qamişlo" ya di 6'ê Gulanê de hat destpêkirin bi encam bûye. Di vê daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava 65 rojên pêngavê de qadeke ji 11 hezar kîlometre çaregoşeyî bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Di nava vê demê de 1315 çete hatin kuştin. Ji van çeteyan cenazeyên 529 ji wan tevî çek û cebilxaneyan ketin destê hêzên me. Di qonaxa duyemîn a pêngavê de 118 şervanên me bi berxwedana lehengî gihîştin şehadetê."

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 6’ê Gulana 2015’an de li rojavayê herêma Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêngava rizgarkirinê ya Şehîd Rûbar Qamişlo da destpêkirin. Ev pêngav li ser daxwazên gelê herêmê û bangewaziya ji bo xelasiya ji çeteyan pêk hat. Herêma Çiyayê Kizwana, hin aliyên gundewarê Til Temir, Serêkaniyê û Hesekê di bin destê çeteyan de bû û zordariyeke mezin li şêniyên dihat meşandin.

Di 14’ê Gulana 2015’an de ango piştî destpêkirina pêngavê bi 8 rojan, Fermandarê Eniya Rojavayê Kantona Cizîrê Rûbar Qamişlo di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê navê Şehîd Rûbar Qamişlo li pêngavê kir.

Pêngav ji herêma Çiyayê Kizwana, gundewarê Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê destpê kir. Di qonaxa yekemîn a pêngava ku şervanên YPG’ê de destpê kirin û di 21’ê Gulanê de bidawî kirin de 221 gund û gelek gundik hatin rizgarkirin, 532 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 53 wesayît leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin û 46 şervanên YPG û YPJ’ê jî jiyana xwe jidest dan.

Piştî qonaxa yekemîn a pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo bidawî bû, şervanên YPG û YPJ’ê di 22’ê Gulanê de li rojavayê bajarê Serêkaniyê dest bi qonaxa duyemîn kirin. Ango şervan yek rojê jî nesekinîn. Di qonaxa duyemîn de jî zêdetirî 500 gund û gundik ji çeteyan hatin paqijkirin.

Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi daxuyaniyekê di 10’ê Tîrmehê de ragihandin ku pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo bidawî bû û encama vê pêngavê jî eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê di herdu qonaxên pêngavê de 11 hezar km2 (çargoşe) erd li rojava û başûr rojavayê kantona Cizîrê tevî bajarê Girê Spî û bajarokê Eyn Îsa ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Di herdu qonaxên pêngavê de hezar û 315 çete hatin kuştin, cenazeyên 529’an ji wan ketin destê şervanên YPG û YPJ’ê. Her wiha miqdarekî mezin ji çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin. Di pêngava leşkerî ya Şehîd Rûbar de 118 şervanên YPG û YPJ’ê jiyana xwe jidest dan.

DU KANTONÊN ROJAVA GIHAND HEV

Di 16’ê Hizêranê ango di roja 40. a pêngavê de yek ji encamên pir girîng hate bidestxistin. Di vê rojê de sînorê ku çeteyan di navber kantonên Cizîrê û Kobanê de danîbûn bi temamî hate rakirin. Piştî ku gundê Xerab Riz ê 13 dikeve başûrê bajarê Girê Spî baskên herdu kantonan gihiştin hev. Li vî gundî şervanên YPG/YPJ ku ji aliyê Cizîrê û ji aliyê Kobanê hatine gihiştin hev. Ev hevdîtin wekî Hevdîtina Dîrokî hate binavkirin.

VEGERA XWECIHIYAN

Piştî ku pêngav bidawî bû, şêniyên Çiyayê Kizwan û herêmên din ên hatine rizgarkirin bang li YPG’ê kirin ku rê bidin da ku vegerin malên xwe. Li ser vê yekê tîmên endizyariyê yên YPG’ê hemû herêm ji mayînên çeteyan paqij kirin. Şêniyên herêmê piştre hêdî hêdî vegeriyan warê xwe û careke din destê bi jiyana xwe kirin.

Komîteya Têkilî û Birêxistinkirinê ya girêdayî YPG’ê ji bo jiyana welatiyên ku vedigerin malên xwe birêxistin bike, meclîsên demikê ava kir. Yekemîn meclîs li vê herêmê di 5’ê Îlonê de li herêma Çiyayê Kizwana hate avakirin. Di 19’ê Hizêranê de şêniyên gundên Kizwana duyemîn meclîs ava kirin.

Bi vê yekê re şaredariyên gel, sazî û rêxistinên sivîl ên herêmê alîkarî pêşkêşî welatiyan kirin û xebatên xizmetguzariyê li herêmê dan meşandin. Meclîsa Demikî ya Çiyayê Kizwana bi alîkariya Beşê Zimhêrê û Şardariya Gel karîbin wê demê firneya herêmê sererat bikin û nanê welatiyên herêmê bipêjin. Torya avê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû xerabkirin hate çêkirin, xeta servîsan dîsa vegeriya xizmetê û gelek xebatên girîng di aliyê birêxistinkirina jiyana welatiyan hatin avêtin.

Meclîsa Demikî ji bo xebatên parastina herêmê ji çeteyan, bi hevkariya YPG’ê komîteyeke parastinê ava kir.

Welatiyên van herêman ku bi salan di bin zordariya çeteyên DAIŞ’ê de mabûn, bi saya pêngava leşkerî ya Şehîd Rûbar Qamişlo hatin xelaskirin. Bi vê yekê re careke din jiyan li wan vegeriya. Wan beriya pêngav xwe wekî mirovên ne zindî ango mirî didîtin.

HERÊM JI NÛ VE TÊ AVAKIRIN

Piştî ku ewlehiya herêmê bi temamî hat misogerkirin, ji Girê Spî heta heta Çiyayê Kizwanan, li herêmê dest bi xebatên rêxistinî mîna avakirina komîn û meclîsan li gundên Çiyayê Kizwana kir. Piştre di 20’ê Adara 2016’an de Meclîsa Giştî ya Herêma Çiyayê Kizwana hat avakirin.

Pêngava leşkerî ya Şehîd Rûbar Qamişlo ji ber serketinên ku tê de hatin bidestxistin di bala her kesî de zindî maye û ti caran nayê jibîrkirin.

Noşîn Faris ango fermandar Rûbar Qamişlo nêzî 20 salan di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de kar û xebat daye meşandin. Bi destpêkirina şoreşê ew jî vegeraiya Rojava û tevlî şoreşê bû. Dema hemleya 6’ê Gulanê despê kir wî jî weke fermandar cihê xwe girt. Di 9’ê Gulana 2015’an de di şerê li eniya rojavayê kantona Cizîrê de bi giranî birîndar bû. Tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û di 14’ê Gulanê de jiyana xwe jidest da. Piştî şehadeta Rûbar Qamşlo navê hemleyê wekî hemleya ‘Şehîd Rûbar Qamişlo’ hat diyarkirin.