Li Şirnexê şer û bomberdûman bi dijwarî dewam dike
Li Şirnexê, piştî bomberdûmana giran a duh bi şev, danê vê sibehê li du taxan şer germ bû. Tîmekî taybet ê beriya niha birîndar bûbû mir.
Li Şirnexê, piştî bomberdûmana giran a duh bi şev, danê vê sibehê li du taxan şer germ bû. Tîmekî taybet ê beriya niha birîndar bûbû mir.
Li Şirnexê, ku êrîş û terora dewleta Tirk di roja 54. de ye, ji duh bi şev û vir ve şer û bomberdûman bênavber dewam dike. Tevahiya bajar, bi taybetî taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet, Yenî û Îsmetpaşa bi obusên li herêma Sîn û Ber a li ser rêya Gumuştepe û Sêrtê hatine bicihkirin, tên bombekirin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket û hin mal şewitîn.
Di heman demê de maşînên zirxî jî gule li van taxan reşandin. Tevî vê gulereşandina bi çekên giran, hêzên dewleta Tirk hewl dan bikevin nava taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa. Li ser bersiva endamên YPS/YPS Jinê şerekî dijwar qewimî.
Vî şerê nîvê şevê destpê kir, ber destê sibehê giran bû. Li ser encamên şer agahiyeke zelal bi dest neket. Lê belê tevahiya şevê, gelek ambûlans ji herêmên şer berê xwe dan 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor.
TEVGERA HEWAYÎ
Li bajarê liv û tevgereke zêde ya hewayî jî heye. Heron tevahiya şevê li ser bajêr geriyan û danê sibehê jî helîkopter li ser bajêr, herêmên bejahî û aliyê Cizîrê ve firiyan.
TÎMEKÎ DIN Ê TAYBET MIR
Li aliyê din, hat ragihandin tîmê ji "bordo berelî-kumik sor" Engîn Şara yê di şerê li Cizîrê de berî çend rojan birîndar bû, li GATA mir.