Ciwanên Ereb ref bi ref tevlî nava YPG'ê dibin
Li herêma Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê, 40 ciwanên din ên Ereb tevlî nava refên YPG'ê bûn.
Li herêma Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê, 40 ciwanên din ên Ereb tevlî nava refên YPG'ê bûn.
Ji bo 40 ciwanên Ereb ên perwerdeya xwe qedandin, merasîmek hat lidarxistin.
Dewreya perwerdeyê ya 'Şehîd Hogir' a li Akademiya Leşkerî ay Şehîd Xebat a Til Koçerê berî du mehan destpê kir, bi dawî bû. 40 ciwanên Ereb ên ji vê dewreyê derçûn, li nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest bi wezîfeyê kirin.
Di axaftinên li merasîma mezûniyetê de rewşa dawî ya li Rojava û herêmê hat ragihandin û ji şervanan hat xwestin, ku di çarçoveya vê perspektîfê de bi erk û wezîfeya xwe rabin.
Piştî axaftinan, şervanan sond xwarin û dûre nasnameyên leşkerî ji wan re hatin dayîn.