3 qamyonên ku ji çeteyên Qesrê re qûm û hafriyat dikişandin hatin şewitandin
Li Şirnexê 3 qamyonên aîdî Îdareya Taybet a Bajêr hatin şewitandin. Her wiha bombebaran û şer jî li bajêr didomin.
Li Şirnexê 3 qamyonên aîdî Îdareya Taybet a Bajêr hatin şewitandin. Her wiha bombebaran û şer jî li bajêr didomin.
Li Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 53'yemîn de jî didomin. Li gel van êrîşan danê sibehê li derî bajêr 3 wesayît hatin şewitandin. Li gor agahiyên heyî, li nêzî gundê Avga Masiya yê li ser rêya Cizîrê ye 3 qamyonên aîdî Îdareya Taybet a Bajêr hatine şewitandin. Qamyonên ku wêneyên wan li ser tora civakî hatin parvekirin, hat diyarkirin ku ji bo hêzên dewletê di karên wek veguhestina qûm û hafriyatê de jî xebitîne.
Her wiha li bajêr şer û bombebaran jî bi awayekî dijwar didome. Li hemberî Taxa Bahçelîevlerê bi tank û obusan êrîş pêk tên û li havirdora taxê jî şerên dijwar diqewimin.
Li taxên Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê jî şerê ku piştî bombebaranê destpêkir didomin.