YPG: 4 çete hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin û di encama bersivdayîna YPG/YPJ'ê de 4 ji van çeteyan hatine kuştin.
YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin û di encama bersivdayîna YPG/YPJ'ê de 4 ji van çeteyan hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî der barê êrîşên dawî yên çeteyan de agahî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Artêşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin."
YPG'ê diyar kir, roja 5'ê Gulanê di navbera çeteyên ji herêmên Bostan Başa, Eşrefiye û Seken Şebab êrîş kirin û hêzên wan de şer qewimî ye û di encamê de li Bosta Başa 1, li herêma Eşrfiye 1 û li Seken Şebabê jî 2 çete hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên çeteyan ên li Kantona Kobanê jî û hat gotin, "Çeteyên DAIŞ'ê 5ê Gulanê saet 11.00'an de li dijî başûrê bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê û saet di 18.00'an de jî li dijî gundê Kadriyê yê li rojhilatê bendava Tişrîn bi çekên giran êrîş lidar xistin.
5'ê Gulanê saet 19.00'an de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler ê Kobanê. Di dema êrîşê de di nav çeperên çeteyan de teqînekî dijwar çebû. Sedem û encamê vê teqîne nehatiye zelalkirin.
6'ê Gulanê (îro) saet 01.00'an de çeteyên DAIŞ'ê bi maşînekî teqemenî barkirî xwestin li dijî gundê Mekmen ê giredayî Şedadê êrîşek lidar bixin. Maşîneya teqemenî barkirî ji aliyê hêzên me hat rûxandin."