Endamê Komîteya Zanist û Ronakbîrî Karzan bi rasthatina 6. salvegera şehadeta şoreşgerê Kurd Ferzad Kemanger û hevalên wî axivî, got: “Ferzad Kemanger û hevalên wî li hemberî rejîma faşîst a Îranê serî rakirin û li hember êrîşên wan li ber xwe dan.”
Endamê Komîteya Zanist û Ronakbîrî Kawa Karzan bi boneya 6’emîn salvegera şehadeta şoreşgerê Kurd Ferzad Kemanger û hevalên wî ji ANF’ê re axivî, di destpêka axaftina xwe de şehîdên 9’ê Gulanê yên sala 2010’an ku ji aliyê dewleta destihlatdar a Îranê ve hatibûn bidarvekirin bi bîr anî.
Kawa Karzan bi wesîleya 6. salvegera şehadeta şoreşgerê Kurd Ferzad Kemanger û hevalên wî ev peyam da: “Pêwîst e gelê Kurd yekgirtiyekê di nava Rojhilatê Kurdistanê de çêke. Heya rejîma Îranê neye guhertin û sîstemek demokratîk ava nebe, pêwîst e dest ji têkoşînê bernedin.”
Karzan diyar kir ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li hemberî rêjîma desthilatdar mînaka serkeftina gelê Kurd a herî mezin e. Ger gelê Kurd bixwaze dikare serkeftinê mîsoger bike.
Kawa Karzan anî ziman ku li dijî sîstema Îranê têkoşerên Îranî û têkoşerên Kurd weke Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Alî Heyderiyanî milê xwe dan hev û li dijî sîstema dîktatoriya rêjîma Îranê şer kirin. Karzan wiha pê de çû: “Tevî ku gel di şoreşa 1979’an de ji bo azadî û wekheviyê rabû ser piyan,lê ev şoreş nebû bersiva ji bo daxwazên gelên li Îranê. Berevajî vê, zivirî derbeyekê û li ser gelê Îranê çewisandinek mezin pêk hat.Bi vî awayî şoreşa gel zivirî sîstema îro ya rêjîmek Îslamî. Piştî rejîma Îranê hat li ser desthilata gel hate çewisandin.Heya roja me ya îro ev sîstema desthilatdar berdewam dike. Beriya wê jî rejîma Pehlewî hebû. Silta Pehlewî jî heman siyaset dida meşandin. Heya niha jî ev siyaset berdewam dike.”
Karzan da zanîn ku di salên 70’î de li Îranê jin û ciwan, xwendevan û rewşenbîr, gundî û karker bi eleqeyek mezin tevlî xebatên siyasî dibûn û wiha domand: “Dijberiya sîstemê her tim hebû. Gelê Kurd jî ev demeke dirêj e li dijî sîstemê têdikoşe û daxwaza mafê xwe dike.”
Karzan ragihand ku,rejîma îro kevneşopiya dewletê dişopîne û kî li hemberî wan serî rake jî bi tûndî bi ser de çûyîn çêdibe û wiha dirêjî da axaftinê:“Dewleta Îranê li hemberî gel her cure êrîşê bi kar tîne. Ji bo çavên gel bitirsîne herî zêde jî serî li darvekirinê dide. Di roja me ya îro de darvekirin wek sûcekî mirovahiyê ye. Piranî sîstemên dewlet netew ji qanûnên xwe darvekirin rakirine. Tevahî ol jî vê wek sûcekî dibînin, lê Îran wek rêjîmek Îslamî heya roja me ya îro jî ji bo hemwelatiyên xwe bitirsîne û nehêle li dijî rêjîmê serî rake, serî li darvekirinê dide.”
Karzan bal kîşand ser têkoşîna gelê Kurd û berxwedana di zindanan de, wiha pê de çû: “Gelên ku doza mafê jiyan û azadiya xwe dikin ti carî ji êrîşîn dewlêtê netirsiyan. Li hember rêjîmê têkoşîna hebûn û azadiya xwe her ku çû bilind kirin. Gelê Kurd yek ji wan gelan e ku di dîroka hebûna xwe de her tim rû bi rû yê êrîşan hatiye, lê ti caran li hember zilmdaran serî netewanadiye û çok daneniye. Dewleta Îranê vê yekê baş dizane. Zarokên Kawayê Hesinkar têkoşerên gelê xwe Ferzad Kemanger û hevalên wî li hemberî rêjîma faşîst a Îranê serî rakirin û li hember êrîşên wan li ber xwe dan. Berxwedana van hevalan siyaseta Îranê pûç kir. Şehîdên 9’ê Gulanê li hember rêjîma Îranê bûn sembola berxwedan û têkoşînê. Rêjîma Îranê bi gelek lîstokan xwest têkoşîna li ser riya heqîqetê berevajî bike û li ber çavên gel reş bike. Li gel hemû hewldan û tevgera rejîmê jî gelê Kurd van têkoşerên ku li ser xeta Apoyî meşiyan wek qehremanên xwe dît û xwedî lê derket.”
Karzan bi bîr xist ku salên 2009 û 2010’an li Îranê salên tepisandin û çewisandina gel bû.
Karzan wiha berdewam kir: “Sala 2009’an li Îranê hilbijartin çêbûn. Li tevahiya Îranê, li hember rejîma Îranê nerazîbûyîn di astek bilind de bû. Di van hilbijartinan de hin reform di sîstema Îranê de wê bihatana çêkirin. Ji bo vê yekê gel daket qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Ji bo vê daxwaza xwe hatin kuştin, girtin û darvekirin. Darvekirina heval Ferzad û hevalên wî jî di vê deme de çêbû. Ji ber rêjîma Îranê di nav tirsekê de bû.”
Karzan di axaftina xwe de ev bi lêv kirin: “Rejîma îro birabûnekî hat li ser hukim. Ji ber vê yeke dizane dema gel rabe li ser piyan, li hember rejîmê derkeve, ew rejîm nikare li ser lingan bimîne. Îran ji ber ku hêzarabûna civakê baş dizane ti caran nahêle kî gel di sîstema heyî de bîn gel hev û rêxistinên xwe ava bikin û daxwaza mafê xwe bikin. Li kû derê têkoşîneke biçûk bibîne, bi ser de diçe û dixwaze tune bike. Ji bo çewisandina gelan amûrê herî mezin di dest Îranê de darvekirina mirovan e. Lê, mirov dikare eşkere bînin ziman ku berxwedana têkoşerên Kurd ev amûrê di dest Îranê de pûç kiriye.”
Karzan destnîşan kir ku Îran li Rojhilata Navîn de hêzeke girîng e û dewleteke xwedî tecrube û kevnar e, lê rexmî van di roja me ya îro de Îran di nav xetimandinekê de ye û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku rejîm nahêle civak hilmê bigire, li ser civaka Îranê çewisandinek û zextek pir mezin heye. Mafê jin, ciwan û rewşenbîr gelên Îranê tê binpêkirin; demokrasî, wekhevî rejîma Îranê wek xeteriyek mezin dibîne, lê pêwîstiya civakan bi van tiştan hene. Ev ji bo civakan xalên sereke ne. Heger ev nebin civak ber bi fetisandinê ve diçe. Îro gelên Îranî di nav vê fetisandinê de mane. Têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî, demokrasî û mafê jiyanê wê bibe wesîleyek. Ev xetimandina ku tê jiyîn wê derbas bibe, daxwazên gelê Kurd daxwazê demokratîkbûna Îranê ye. Ev daxwaz ji bo tevahî gelên li Îranê ne.”
Karzan ji bo çareseriya qeyrana di nav rejîma Îranê de wiha axîvî: “Çareseriya herî baş ango ji qeyranê derketin komareke demokratîk û azadîxwaz avakirine. Ger rejîma Îranê di sîstema xwe de israr bike wê dawiya wî jî wek Sûriye û Iraqê û welatên din ê ku vê çarenûsê dijîn be.”
Karzan ji bo aloziya li Rojhilata Navîn tê jiyîn wiha got: “Îran nikare xwe jî rizgar bike. Ji ber Îran wek sîtileke dikele lê hatiye. Îran nikare xwe heya dawî bi vî awayî biparêze. Nerazîbûnên gel zêde ne. Gel heya cihekî dikare tehemûl bike. Êdî gihiştiye asteke ku weke atomekê biteqe. Çareseriya dewleta Îranê despêkê di naskirina mafê Kurd re derbas dibe. Ji ber vê yekê pêwîst e dest ji dijminatiya gelê Kurd berde. Çawa bi salan gelê Kurd û gelên Îranê hevpar jiyan, îro jî di nav sîstemeke demokratîk de dikarin bi hev re bijîn. Lê, ji bo vê jî pêwîst e rejîma Îranê destpêkê mafê gelê Kurd û Îranê binase, li gor wê jî sîstemeke nû ava bike.”
Endamê Komîteya Zanist û Ronakbîrî Kawa Karzan di dawiya axaftina xwe de ji bo 6’mîn salvegera şehadeta şoreşgerê Kurd Ferzad Kemanger û hevalên wî peyamek wisa da: “Pêwîst e gelê Kurd yekgirtinekê di nava Rojhilatê Kurdistanê de çêke.Rê û rêbazên têkoşîna xwe li hemberî rejîma Îranê xurt bike. Heya rejîma Îranê neyê guhertin û sîstemek demokratîk ava nebe, pêwîst e dest ji têkoşînê bernede. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê mînaka herî mezin e. Ji bo serkeftina gelê Kurd li hember rejîma desthilatdar eger gelê Kurd bixwaze dikare serkeftinê mîsoger bike.”