BI DÎMEN

Başûrî ji bo debara xwe bikin, gihayê didin hev

Şêniyên Başûrê Kurdistanê bi hatina biharê re dest bi hevdana gihayê kirin.

Şêniyên Başûrê Kurdistanê bi hatina biharê re dest bi hevdana gihayê kirin. Welatî tên Herêmên Parastinê yên Medyayê û gihayê didin hev. Tevî ku di vê demê de balafirên şer ên Tirk bi dijwarî êrîş dikin jî, gel tê herêma gerîla û gihayê dide hev. Welatî gotin, bi firotina gihayê ew debara xwe dikin û destnîşan kirin, ku nûçeyên hin ajansan ên dibêjin 'Asayîşa HPG'ê nahêle gundî bikevin Herêmên Parastinê yên Medyayê' ne rast in.

Gel ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixwaze, ji bo pêşî li êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî qadên gerîla û çiyayên Başûrê Kurdistanê bigire, bikeve nava hewldanan.

Hecî Abdullah Omer da xuyakirin, ku ew her roj ji Diyanayê ji bo hevdana gihayê tên û got, "Nûçeyên tên kirin nerast in. Gerîlayên Asayîşa HPG'ê çi xizmet hebe dikin. Ji bo ewlekariya me, alîkariya pêwîst didin me. Haya wan ji cihê em diçin heye. Dema tiştek bi serê me de bê yekser bi hawara me ve tên."

Îskender Cebraîl da xuyakirin, ku ew pêşmerge ye, lê ji ber ku mûçeyê tê dayîn têra wan nake, ji Sîdekayê tê hevdana gihayê û got, "Rewşa aboriyê nebaş e. Haya her kesî ji vê heye. Ez pêşmergetiyê dikim. Li eniya şer şer dikim. Di rojên xwe yên destûrê de jî têm vê derê û ji neçarî gihayê didim hev. Eger ez vê nekim, em ê birçî bimînin. Edalet nemaye, her partî ji bo kêf û berjewendiya xwe siyasetê dikin."

Fatma Îbrahîm jî da zanîn, ku Tirkiye timî dijminatiyê li Kurdan dike û got, "Dewleta Tirk êrîşî qadên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê dike. Divê hikûmeta Başûr li dijî vê derkeve. Dema em tên hevdana gihayê, ji ber balafirên şer jiyana me ewle nîne."

Berfîn Bayzîd jî bal kişand ser gefa balafirên şer ên Tirk û got, "Ji bo sekinandina êrîşên balafirên şer ên Tirk, divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikeve nava hewldanan û dengê xwe bilind bike. Di bin bomberdûmanê de em giha didin hev. Xeterî li ser jiyana me heye. Ji bo em birçî nemînin, em gihayê didin hev."