Kampanya 'Her malek welatek e' li Wanê jî destpê kir

Desteka ji bo kampanya abonetiya rojnameya Azadiya Welat a bi navê "Her malek welatek e" berî 15 rojan destpê kir, zêde dibe. Piştî Amedê li Wanê jî kampanyayê destpê kir.

Kampanya abonetiya rojnameya Azadiya Welat a roja 22'ê Nîsanê bi dirûşma "Her malek welatek e" destpê kir, dewam dike. Têkildarî kampanyayê li parka Feqiyê Teyran a Wanê daxuyaniyek hat dayîn. Di dema dayîna daxuyaniyê de Cîgirên Hevserokên DBP'ê yên Wanê Nazmiye Acar û Metîn Kûtaz, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yakûp Ataş û Gulîstan Orhan, xebatkarên çapemeniya azad, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA'yê amade bûn.

'EM Ê KAMPANYAYÊ LI GELEMPERIYA KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ BELAV BIKIN'

Ji edîtorên rojnameya Azadiya Welat Bişar Dûrgût daxuyanî da û diyar kir, di çarçoveya kampanyayê de ew ê tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal bigerin. Dûrgût bibîr xist, ku piştî Amedê ew kampanyayê li Wanê didin destpêkirin û ew ê vê kampanyayê li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê belav bikin.

'BILA GELÊ ME BIBE ABONE'

Dûrgût bal kişand ser eleqeya ji bo kampanyayê û got, "Ji bo em rojnameya Azadiya Welat bigihînin her malekê û bikin ku li her malê zimanê Kurdî bê axaftin, em ê kampanya xwe mezintir bikin. Em bang li gelê xwe dikin, ku bibe abone."

...