Leşkerên Tirk 2 Rojavayî qetil kirin

Leşkerên Tirk danê vê sibehê li rojhilatê Girê Spî gule li sivîlên xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin reşandin. Di encama vê êrîşê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Leşkerên Tirk danê sibehê saet di 08:00 de, gule li sivîlên ji gundê Merkabe yê 27 km li rojhilatê Girê Spî ye xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, reşandin. Ji ber vê êrîşê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, di encama gulereşandinê de Gulmihemed Temo ê 40 salî û Mistefa Mihemed ê 22 salî yên ji gundê Şêran ê Kobanê jiyana xwe ji dest dan, Ebdulganî El Elî bi giranî birîndar bû.

Hat ragihandin welatiyê birîndar bû û cenazeyên 2 welatiyên rakirin nexweşxaneya niştîmanî ya bajarê Girê Spî.