Fermandarên HPG’ê Guney û Tavla ji aliyê hezaran hatin oxirkirin

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Ekrem Guney (Azad Sîser) û ji Fermandarên HPG’ê Ahmet Tavla (Çekdar Amed) ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Ekrem Guney (Azad Sîser) û ji Fermandarên HPG’ê Ahmet Tavla (Çekdar Amed) ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Ekrem Guney (Azad Sîser) û ji Fermandarên HPG’ê Ahmet Tavla (Çekdar Amed) ên di bomberdûmana li bejahiya gundin Hedik û Xosor ên navçeya Licê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesî ve li Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Ji bo merasîma cenazeyê ji Amed û Êlihê û her wiha gelek navçeyan ji danê sibehê bi hezaran kes hatin goristanê.

Tîmên taybet rêya ji aliyê Licê tê goristanê girtin, girseya hewl da were goristanê jî ji kontrola GBT’ê re derbas kirin. Tevî hemû zext û astengiyên domahiya rojê jî, bi hezaran kesên li goristanê kom bûn bêzar nebûn.

Piştî rawestandina bi saetan a li şehîdgehê, bi hezaran kes ji bo cenaze wergirin ber bi gundê Sîsê ketin rê. Girseya demekê li vir rawestiya, cenaze bi dirûşmeyan pêşwazî kirin. Bi hezaran ku darbestên li ala PKK’ê rapêçayî hilgirtin, ber bi goristana gundê Sîsê ketin rê. Ser darbestên ku ji wesayîtan hatin danîn bi kulîlkên rengbireng ên ji çiyayan hatine komkirin ve hatin xemilandin. Di domahiya meşa ku tîlîliyan bênavber dom kirin de dirûşmeyên “Tolhildan”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” hatin berzkirin.

Bi sirûda “Çerxa Şoreşê” re deqeyek rêz hate girtin, piştre hevalên wî yên têkoşînê 21 gule avêtin hewa. Di axaftinên merasîmê de bal hat kişandin ku bi hezaran ciwan di rêya yên jiyana xwe ji dest dane dimeşin.

Birayê Fermandarê HPG’ê Guney, Tayfûn Guney jî jî got birayê wî ne tenê şehîdê wan e, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Dayik Emîne Guney jî wiha axivî: “Bi kurê xwe ez her tim serbilind bûm, wê ji niha û şûn de jî serê min bilind be.”

Xwişka fermandarê HPG’ê Tavla Şîrîn Ecevît Talva jî wiha got: “Birayê min ne tenê birayê min e, birayê tevahî Kurdistanê ye. Ne şehîdê min tenê ye, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Wê xwîna Çekdar li erdê nemîne. Çekdarek çû wê bi hezaran Çekdar werin.”

Piştî axaftinan, bi hezaran kesî darbestên fermandarên HPG’ê Talva û Guney hilgirtin ser milên xwe û heta cihê wê bêne definkirin birin. Dema di bin lorik û dirûşmeyên tolhildanê de karên definê bi cih dihatin, dayik Talva got, “Gora kurê min teng e. Çekdarê min di wir de hilnayê. Hê xebatên te bi dawî nebûye Çekdarê min. Ka rabe, tu ne layiqî axê ye, ka ez li şûna te razêm” û di tevahî girseyê de demên hestewar da jiyîn.

Dayika fermandarê HPG’ê Guney Emîne Guney jî li ser gora kurê xwe wiha bang li kurê xwe kir: “Te 25 salan li ber vê wehşetê li ber xwe da. Hê ti tişt bi dawî nebûye, ka rabe hê xebat hene. Te keda mezin a berxwedanê da.”

Piştî karên definkirin û olî, gorên gerîlayên HPG’ê bi gul û kulîlkên çiya ve hatin xemilandin.

...