Çeteyên Qesrê yên nikarin bi berxwedanê, bombeyan li Şirnexê dibarînin

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê lê dewam dikin, çeteyên Qesrê dikin nakin nikarin berxwedana şervanên YPS/YPS Jinê bişikînin. Lewma bomberdûmaneke giran li bajêr dikin.

Li Şirnexê, roja 57. a êrîşên qirkirinê bi bomberdûmaneke giran destpê kir. Çeteyên Qesrê ku bi bikaranîna teknolojiya pêşketî dikin nakin nikarin bikevin taxên berxwedanê, bi tank, top û obusên li derdora bajêr bi cih kirine, bombeyan li taxên Yenî, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Bahçelîevlerê dibarînin. Ji duh bi şev û vir ve bombe li van taxan tên barandin.

Hêzên dewleta Tirk yek bi yek avahiyan hedef digirin û bombeyan li wan dibarînin. Her wiha gelek mizgeftan jî hedef digirin.

Li aliyê din, tîmên taybet ên li ser avahiyên bilind ên li derdora taxên Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Yenî bi cih bûne, guleyan li taxan direşînin.

Li bajêr, tevî tevgera zêde ya ambûlansan, helîkopter û balafirên keşfê yên bêmirov jî digerin.

Piştî sewqiyata leşkerî ya duh êvarê, bi şev jî bi qasî 30 wesayîtên leşkerî derbasî nava bajêr bûn.