Yekîtiya Ragihandina Azad di çarçoveya pêngava “Ji bêdengiyê re na” ku 3’ê Nîsanê de bi beşdariya rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê, bi armanca teşhîrkirina êrîşên Tirkiyeyê dabû destpêkirin de, raporek amade kir.
Rapor êrîşên hêzên AKP’ê yên ku ji 3’yê Nîsanê heta 3’ê gulanê li ser Qamişlo pêk hatine, vedibêje. Li gorî raporê, di nava mehekê de du welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û 8 welatî jî birîndar bûn, her wiha ziyaneke zêde ya madî jî pêk hat.
Rapor wiha ye:
Artêşa Tirkiyeyê ji 14’ê Adarê ve navçeya Nisêbînê, cêwiya wê Qamişlo topbaran dike. Topbaran bê navber heta niha dewam dike. Top û guleyên Artêşa Tirk rojane li bajarê Qamişlo jî dikevin. Di encama gule û topên Dewleta Tirk ên li ser Qamişlo de heta niha 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û hin welatiyên din birîndar bûne. Artêşa Tirkiyeyê sînor derbas dike û guleyan li ser sivîlên ku di nava zeviyên xwe yên ser sînor de dixebitin, direşînin. Ji ber vê yekê gelek ziyanên madî jî di mal û milkên welatiyan de pêk hatin. Lewma welatiyên herêmê di nava metirsiyê de jiyan dikin.
BANDORA ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ NISÊBÎNÊ YA LI SER QAMIŞLO
Ji ber êrîşên dijwar ku li ser Nisêbînê tên meşandin, bandor li taxên bakur ên Qamişlo jî dibe. Heta niha li Qamişlo 2 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan. Ji wana jî welatiyekî koçberê Helebê ye. Her wiha 8 sivîl jî birîndar bûne. Ji bilî van gelek ziyanên ku hê nehatine tesbîtkirin jî hene.
Di 7’ê Nîsanê de welatiya bi navê Fatma Fetûş dema li sûka Qamişlo bû, bi guleya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hat birîndar bû.
28’ê Adara 2016’an jî welatiyek ku di 50 saliyên xwe de bû li taxa Xerbî ya Qamişlo birîndar bû.
Di 2’ê Nîsana 2016 de zarokek ku li taxa Xerbî dilst bû hedefa guleya doçka û birîndar bû.
2’ê Nîsana 2016’an jî 2 ciwan li taxa Zeytûniyê ji aliyê sînor ve hatin gulebarankirin. Yek ji wan jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû.
27’ê Adara 2016’an zarokê bi naêv Ebduseta Cebar (16) yê ji ber şerê li Helebê tevlî malbata xwe koçberî Qamişlo kiribû, bû hedefa guleyên leşkerên Tirk. Di encamê de Cebar bi giranî birîndar bû. Piştî çar rojan an 3’yê Nîsana tevî hemû hewldanan jî ne hat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Roja 10’ê Nîsana 2016’an jî topek li nêzî herêma Sîna û bi teybat li nêzî keracê ket. Tu ziyana cidî çênebû.
13’ê Nîsanê ciwanê bi navê Mihemed Hemed El-Sihiyan (26) dema li ber mala xwe ya li taxa Xerbî bû, ji aliyê Leşkerên Tirk ve hate gulebarankirn û birîndar bû. Mihemed rakirin nexweşxaneya Ferman. Derbeya li Mihemed ketibû ya doçka bû, gule li zik ketibû, ji ber vê yekê parçeyk ji gurçika wî ya çepê û beşek ji medeya wê hate rakirin.
Di 16’ê Nîsana 2016’an de top li dibistana taxa Hilêliyê ya li nêzî sînor ket. Di encamê de gelek malên herêmê ji taxên Zeyûtinê û xerbî yên nêzî Nisêbînê berdin.
Di 18’ê Nîsanê de jî zarokê bi navê Elî Mihemed Sîrac Husên (7) dema ji dibistana xwe ya li taxa Xerbî ya Qamişlo vedigeriya malê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate gulebarankirin.
Husên ji Hemeleya “Na ji Bêdengiyê re” axivî û got ku dema ew ji dibistanê derketin bi awayekî bê ser û ber gule ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin reşandin û got dema ew reviya gule li piyê wî yê rastê ket û birîndar bû. Bavê Sîrac da zanîn ku rojane gule li ser taxa wan têne reşandin.
Di 20’ê Nîsanê de hemleya “ Na ji bêdengiyê re” leşkerên Tirk dema li herêma sînorê di navbera Nisêbînê û Qamişlo lêgerîn dikin û bi dehan leşkerên wan sînor derbas kirin kişandin. Sedema derbasbûna leşkeran a di xaka Sûriyê de ne hate nasîn.
Di 20’ê Nîsanê de welatiyê bi navê Seyîd Ehemed ê ji şêniyên Hilêliyê ji hemleya “na ji bêdegniyê re” bahsa wê yekê kirk u çawa leşkerên Tirk şivanên ku pezê xwe diçêrandin gule baran kirin.
Seyîd di dîmen de behsa wê yekê dike ku çawa tirmpêla wan nêzî sînor bûn û dest bi gelebarana kir. Seyîd da zanîn ku zarok li gel wî bûn û wiha dom kir: “Ez li ser pezê xwe û zarokên xwe tirsiyam. Di ecnamê de hin pezê min hate kuştin. Xwedê ewedê li me bike.”
Di ankêta ku Hemleye “Na ji Bêdengiyê re” çêkir, welatiyên taxên nêzî Nisêbînê destnîşan kirin ku ew ji ber dengê topan ku bi şev dijwar dibe, nikarin razin û gotin ku vê yekê bandor li jiyana zarokan wan jî kiriye. Welatiyan destnîşan kirin ku ew ji bo parstina zarokên xwe ji guleyên leşkerên Tirk nahêlin zarokên wan derkevin derve.
Sivîlekî ji taxa Hilêliyê 1 got: “Wekî bûn dibînin em li nêzî sînorê Bakur in. hin jî dengê topan ji Nisêbînê dibhîzin. Rewş xete, metirsiyeke rastîn heye, zarokênme nikarin razên. Em hêvî dikin ku saziyên eleqedar têkildar bibin da ku dawî li vê rewşê bîne.”
Zarokê 2 yê ji taxa Hilêliyê destnîşan kir ku ew nikarin derkevin û bilîzin û ev tişt anî ziman: “Em nikarin herin nav zeviyan. Em bûne girtî di malan de.”
Sivîl 3 yê ji taxa Xerbî jî da zanîn ku rewşa wan gelek zore û zehmetî kişnadin û destnşan kir ku ew ji ber degn û metirsîna topan bi tirsin û nema dikarin razên.
Sivîlê ji taxa Xerbî ji Hemeleyê re got. “bela aliyek destwerdanê bike. Piraniya şêniyên herêmê ditirisin. Kî dê alîkariya me bikin, heger malên me wêran bûn, em ê çawa ava bikin. Welatiyan pezê xwe li çolê hiştine newrêin bînin. Heta niha hejmarek pez jî bi guleyên wanhatine kuştin. Li Rojava ev 5 sal in şer dijwar e, lê heta niha tu kesî gule li pez ne rişandin e.
Zarokên bi navê Roza Riyad Husên ê 5 mehî û zarokê bi navê Mustefa xelo (14) yên ji Qamişlo bi gueleyên leşkerên Tirk birîndar bûn. Roza Riyad Husên di lingê xwe yê çepê de û zarokê bi naêv Elai Mistefa xelo jî diserê xwe de birîndar bû.
Bavê zaroka bi navê Roza, Husên Ji hemeleya “Na ji bêdengiyê re” got ku zaroka wî di malê de li ser textê xwe bû û gule lê ket. Riyad bûyer wiha vegot: “Em li mal bûn me dengê qîrana wî bihîst. Min bi lez berê xwe da taxt, min dît kurê min di nava xwînê de maye.”
Rewşa Zarokê bi navê Elai niha aram e.
Di 1’ê Gulanê de jî jina bi navê Meryem Seyîd dema di zeviyên xwe de kar dikir bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bû. Meryem rakirin nexweşxaneya El-Selam a Qamişlo da ku were dermankirin.
Topên dewleta Tirkiyê bê navber li derdora bajarê Qamişlo dikevin. Di encamê de gelek ziyana madî di mal û milên welatiyan de çêdibin. Guleyên li malan û dibisanan dikevin. Di roja 29’ê Adarê de gule li dibistana seretayî ya taxa Zeytûnê ket.
Di 28’ê Adarê de topek li depoyekê ya li taxa Zeytûniyê ket.
30’yê Adarê li taxa Enteriyê topek li mala welatiyekî ket.
Di 31’ê Adarê de jî topek li keraca siyasî ya Qamişlo ket.
Di 1’ê Nîsanê de jî 2 topek li taxa Xerbî ketin. Yek ji wan li Mizgefta Ezretî Salih a li herêma Hîzamê ya li nêzî taxa Hilêliyê ket. Parçeyên topê li malên derdorê ketin. DI encamê de ziyana madî di mal û milkên welatiyan de pêk hatin.
Topa duyemîn jî li banê malekê ku li nêzî hemam mizgeftê ye ket. Di encamê de ziyana madî çêbû.
Di 2’ê Nîsanê de guleyên Doçka li ser taxên Eneteriyê û Xerbî ve hatin reşandin.
Topeke hawan ji aliyê leşkerên Tirk ve li dibistaneke Qamişlo ket.
Di 7’ê Nîsanê de jî topek li sûka bajarê Qamişlo ket. DI encamê de jina bi naêv Fatma Cuma birîndar bû. Cuma rakirin nexweşxaneya Kelîmê ya Qamişlo û li wir hate dermankirin.
Di 10’ê Nîsanê de jî topek hewanê li taxa Elaya ket û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Bê dengiya derbarê êrîşên li ser Nisêbînê hişt ku Rojnamavanên Rojava bi insyatîfa Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) dest bi hemleya “Na ji bêdengiyê re” bikin û êrîşên li ser bajarê Nisêbînê ji Qamişlo bişopînin. Hemalye YRA’yê bal kişand û çavên gelek saziyên çapemeniyê li ser rewşa Nisêbînê ku felaket lê tê jiyankirin, vekir.
Li aliyê din jî tîma hemleya “Na ji bêdengiyê re” binpêkirnên şopandin. Zêdeyî carekê Artêşa Tirk gule li rojnamvanan reşandin, her wiha hin derdorên girêdayî Artêşa Tirkyê gef li hemlyê xwarin.