Di ketina Rihayê de polîsan gule li wesayîtê reşand

Di ketina Rihayê de di encama gulereşandina polîsan a li wesayîtekê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Bi îdîaya ku polîsan ji bo wesayîta ku ji aliyê Amed ber bi Riyaê ve dihat ji derketina navçeya Karakopru biryara “Raweste” guhdar nekiriye gule lê reşandin. Di bûyerê de kesek hate kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Polîsên ku xwestin wesayîta ji îstîqameta Amedê ber bi Rihayê ve diçû, li texma derketina Karakopruyê bidin sekinandin, ji 2 kesên di wesayîtê de yek jê kuştin û yek jê jî bi giranî birîndar kirin.

Hat îdiakirin ku polîsan xwestine wesayîtê bisekinînin, lê wesayît nesekiniye û di navbera yên di wesayîtê û polîsan de şer derketiye û di encama vî şerî de kesekî jiyana xwe ji dest daye, yek jê jî bi giranî birîndar bûye.