Li Wanê ji ber qutbûna elektrîkê 688 kargeh hatin girtin

Tevî nerazîbûnan jî bi salan e pirsgirêka qutbûna elektrîkê ya li Wanê nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê 688 kargeh di nava çar salên dawî de hatin girtin.

Tevî nerazîbûnan jî bi salan e pirsgirêka qutbûna elektrîkê ya li Wanê nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê 688 kargeh di nava çar salên dawî de hatin girtin.

Li Wanê, piştî ku TEDAŞ di sala 2013'an de ji Turkerler Holdîngê re hat firotin û soza hat dayîn ku bi yekdestîkirinê re wê pirsgirêk werin çareserkirin, pirsgirêkên elektrîkê yên li bajêr girantir bûn.

Esnafan ji bo şermezarkirina qutbûna elektrîkê gelek caran çalakiyên protestoyî lidarxistin. Tevî nerazîbûna zêde ya gel jî, qutbûna elektrîkê bandoreke neyînî li jiyana li Wanê dike.

Qutbûna elektrîkê bi taybetî bandoreke neyînî li fîrmayên hilberîner kir. Ji ber vê yekê 688 kargeh hatin girtin. Fikar hene, ku eger pêşî li qutbûna elektrîkê neyê girtin wê ev hejmar di dema pêş de zêdetir bibe.

Serokê Odeya Dikandarên li Wanê Îsa Berge der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku tevî hemû serlêdanên wan jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Berge da xuyakirin, ku qutbûna timî ya elektrîkê bandoreke neyînî li gel bi taybetî li esnafan dike û ot, "Li Wanê di salên dawî de bi sedan kargeh hatin girtin. Bi taybetî, dema li fîrmayên hilberîner elektrîk nebe, hingî nikare kar bikin. Li Wanê xwediyên kargehên bi elektrîkê dixebitin gelekî mexdûr in."

Berge bibîr xist ku gel li hemberî vê rewşê gelek caran daket kolanan û nerazîbûna xwe nîşan da, lê belê encam bi dest neketiye. Berge hişyarî da ku di rojên pêş de ji ber vê yekê gelek kargehên din dikarin bên girtin.

Nerazîbûna gel a li hemberî qutbûna elektrîkê li kolanan dewam dike.

...