Cenazeyên ku nehatin teşxîskirin hatin definkirin

3 cenazeyên ku di êrîşa li ser sînorê Nisebîn-Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dabûn nehatin teşxîskirin û li Goristana Gel a Mêrdînê hatin definkirin.

Cenazeyên 18 kesên ku li navçeya Nisebîna Mêrdînê  di şerê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dabûn, rakiribûn nexweşxaneyên Mêrdîn û Rihayê.

Cenazeyên 15 kesan ji aliyê malbatên wan ve hatibûn teşxîskirin û hatibûn definkirin, lê cenazeyên 3 kesên nehatibûn teşxîskirin jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê dihatin rawestandin.

Cenazeyên 3 kesên ku nehatin teşxîskirin ji ber ku li gor fermiyeta dewleta Tirk a ji piştre ji bo şerê qirkirinê kirin qanûn, ji aliyê Şaxa MEYA-DER’a Mêrdînê hatin wergirtin.

Cenaze piştre bi wesayîtan ve ji bo definkirinê anîn Goristana Gel a Mêrdînê. Piştî wecîbeyên olî cenaze hatin definkirin.

Serokê Şaxa MEYA-DER’a Mêrdînê Halîl Koç di merasîma cenazeyan de axivî û diyar kir ku ti carî kesên ku di tekoşîna Kurd de jiyana xwe ji dest didin ne kesên bênasname ne û got wê her tim bi minet bin.