Cenazeyê gerîlayê TÎKKO Argal hat veşartin

Cenazyeê gerîlayê TKP/ML TÎKKO Haydar Argal hat veşartin.

Cenazeyên gerîlayên TKP /ML TÎKKO Mûrat Tekgoz (Riza) ê êvara 6’ê Gulanê di şerê li bejahiya gundên Bornek û Dest ên herêma Askesor a Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, hatibû defnkirin. Cenazeyê yek ji gerîlayên di vî şerî de jiyana xwe ji dest da yê Haydar Agral jî li Dersîmê hat veşartin.

Merasîma ji bo cenaze hatibû çêkirin bi tevlîbûna endam û rêveberên DBP, HDP, DHF, ESP, KJA, EMEP û gelek welatiyan pêk hat.

‘HÊRSA DAYIKAN WÊ KUJERA BIFETISÎNE’

Li ser navê Şehîdên Partîzan dayika Argal axivî û got: "Ji Seyîd Riza û vir ve ev piştevanî dewam dike. Serî tê dayîn lê sir nayê dayîn. Weke malbatAên Parîzan em li dû zarokên xwe ne. Em ê her tim şehîdên xwe biparêzin. Şerê me wê timî dewam bike. Bila zanibin, kujer wê di nava hêrsa dayikan de bifetisin."

Piştre cenazeyê Argal ji hewşa Mala Cem birin Goristana Şaredariyê a Dersîmê. 

Di vê navberê de polîsên Tirk girseya gel sekinand û rê li ber rûdana rewşeke aloz vekir. Hevdîtinên navbera polîsan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dewam dikin. Gelek polîs, maşînên zirxî û TOMA ber bi herêmê ve hatin veguhastin.

...