Mûhammed ê 18 rojî û zeviyê baqil
Her aliyên deşta li rojhilatê Girê Spî, mîna deryayeke kesk a bê dawî zeviyên genim û ceh in.
Her aliyên deşta li rojhilatê Girê Spî, mîna deryayeke kesk a bê dawî zeviyên genim û ceh in.
Her aliyên deşta li rojhilatê Girê Spî, mîna deryayeke kesk a bê dawî zeviyên genim û ceh in. Di navenda vê deryayê de Cemê Cellab heye ku li aliyê bakur ji Çemê Firatê diherike û di ser navçeya Riha Kaniya Xezalan digihêje vê derê. Çemê Cellabê ji nava deştê derbas dibe û derdora xwe şîn dike. Tevî ku jiyanê li derdora xwe belav dike, Çemê Cellabê bi rengê axê timî xumamî diherike. Li gel vê yekê jî, bi rêya dînamoyan ava vî çemî zeviyên genim û ceh û bexçeyên gundiyan av dide û ji wan re dibe çavkaniya jiyanê.
Li qiraxa vî çemê malbatek paleyiya baqil dike. Malbat ji Sirînê hatiye. Malbateke Eerb e ku bi yewmiya rojane ji bo hezar lîreyê Sûriyeyê dixebite. Ferdê herî biçûk ê malbatê li binê siya romorka traktora li kêleka rê disekine. Du zarokên çek ên 5-6 salî û Mûahmmedê 18 rojî yê di hembêza wan de. Mûhammed hînê çavên xwe xweş li vê cîhanê venekiriye. Ne haya wî ji vî karê dayik û bavê xwe yê dûrî bajarokê xwe heye, ne jî bi şerê li Rojhilata Navîn dizane. Mîna her zarokî, dema birçî dibe digirî û li hembêza dayika xwe de zikê xwe têr dike.