ROJANE
Hemû Nûçe
-
Semra Temel: Bila AKP sebra me nefûrîne
Endama Şûra Civaka Îslamî ya Kurdistanê Semra Temel diyar kir, nêzîkatiya AKP'ê li Ocalan nayê qebûlkirin û got, "Serok Apo sedema hebûna gelê Kurd e. Bila AKP sebra me nefûrîne." -
Li Pasûrê 2 leşker hatin kuştin
Hat ragihandin ku di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li hember leşkerên Tirk a li bejahiya navçeya Pasûr a Amedê de, herî kêm 2 leşker hatin kuştin. -
Ji bo protestoya darvekirina li Îranê astengiya Rewşa Awarte
Şaxê MAZLÛMDER ên ku dixwest darvekirinên li Îranê protestobikin, bi hinceta Rewşa Awarte rê nehat dayîn ku çalakî bê lidar xistin. -
Swîsre wê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
Li Swîsreyê bi çalakiyên ku li gelek navenda bên lidar xistin, wê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan protesto bikin û daxwaza azadiyê bikin. -
Heyeta Kurdan li Korsîkayê çûn serdanan
Heyeta Kurdan, Parlamentoya Korsîka ziyaret kir. Êrîşên li Bakurê Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalan di rojevê de bû. -
Li Swîsreyê tecrîd hate protestokirin: Avahiya Radyo û rojnameyê hate dagirkirin
Kurdistaniyên ku li Swîsreyê tecrîd protesto kirin, avahiyek radyo û rojnameyê dagir kirin. -
HDP’ê ji bo demokratîkbûnê nexşerêyek ji 12 xalan ragihand
Demîrtaş bal kişand ser mîtînga li Yenîkapiyê û nexşerêya xwe ragihand. -
Demîrtaş: Hikûmet bi rêya tecrîda li Îmraliyê, provokasyonê dike
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û destnîşan kir, ku AKP provokasyonê dike. Demîrtaş got, "Nêzîkatiya we û ya darbekaran a li hemberî Îmraliyê, weke hev e." -
Kurd li Swîsreyê ji bo Ocalan derdikevin qadan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li gelek bajar û bajarokên Swîsreyê çalakî bên lidarxistin. -
Li Torîno û Marsîlyayê daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. Fikarên li ser jiyana Ocalan ku piştî hewldana darbeyê zêde bûn, vediguherin hêrseke mezin. -
Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî îdam kir
Girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî serê vê sibehê li gel 5 kesên din li girtîgeha Urmiyê hat bidarvekirin. -
'Azadiya Ocalan azadiya her kesî ye'
Ji nûnerên ESP Ewropayê Ziya Ûlûsoy bang li hemû hêzên demokratîk kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan têbikoşin. -
'Azadiya Ocalan daxwazeke mafdar e'
Ji nûnerên Platforma Biratiay Gelan a Yekîtiya Karkeran (BÎR-KAR) Sînan Yildiz nerazîbûn nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, azadiya Ocalan daxwazeke mafdar û rewa ye. -
Girtiyên li Şakranê agir berdan hucreyan
9 girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê, ji bo binpêkirina mafan ên li girtîgehan protesto bikin agir bi hucreyan xistin. -
Li Osmaniye di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn
Li Osmaniyeyê îro di saetên şevê de, di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqînek pêk hat. -
Dîe Lînke: Li hemberî şerê Kurdan ê bi xwîn em dengê xwe dernaxin
Serokê koma Meclîsê ya Partiya Çepgir Dîetmar Bartsch ku ji radyoya Deutschlandfunkê re axivî, polîtîya Enqerê ya hikûmeta Merkel bi tundî rexne kir, diyar kir, bêdengiya li hemberî polîtîya bi xwîn a dijî Kurdan nayê qebûlkirin. -
TŞYG: Em li dijî darbekerên faşîst xweparastina xwe pêş bixin
TŞYG: Li hemberî terora dewleta faşîst û komkuj, li hemberî pergala AKP’ê û MHP’ê ya nîjadperest, faşîst, dînî em xwe bi çek û rext bikin, xwe wekî Hêzên Berxwedana Yekbûyî birêxistin bikin. -
Êrîşî Televîzyonên Kurdî dikin
Zext û êrîşên rejîma Îran û Tirkiye li ser çapemeniyê zêde dibin. -
Berxwedêra Cizîrê Sînem Bavlî li Dîebûrgê hate bîranîn
Sînem Bavlî ya ku li Cizîrê jiyan xwe ji dest dabû, malbata wê ya ku li Dîebûrg bi bîr anîn. Birayên Bavlî diyar kirin ku wê xwedî li têkoşîna xûşka xwe derkevin. -
Li 3 welatan azadiya Ocalan hate xwestin, Erdogan hate hişyarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Fransa, Îtalya û Rûsyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin. -
Li Bonnê, şehîdên Rojava hatin bîranîn û ji bo Ocalan bang hat kirin
Li Bonnê, şehîdên Rojava hatin bîranîn. Di bîranînê de tecrîda li îmraliyê hat şermezarkirin û ji bo azadiya Ocalan banga lidarxistin çalakiyan hat kirin. -
HDP'ê xwest bûyera li Serêkaniyê ji aliyê Meclîsê ve bê lêkolîn
Balûken bûyera kuştina 2 polîsan di Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê bibîr xist û diyar kir, AKP di vê bûyerê de bi gumanbarî tevdigere. Balûken ji Meclîsê xwest li vê bûyerê bikole. -
Serketin di yekîtiya şoreşgerî û têkoşîna çalak de ye -Selahattîn Erdem
Li Tirkiyeyê potansiyeleke ji dil a veguherîna Tirkiyeyê ya ber bi demokratîkbûnê ve dixwaze heye. Di vir de ya girîng, hebûna hêza pêşeng a ku vê potansiyelê birêxistin bike û têxe nav tevgerê ye. -
Ozdemîr: Divê Elewî berê xwe bidin Ocalan
Hevseroka FEDA'yê Bêmal Ozdemîr nerazîbûn nîşanî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin da û got, "Ocalan ji bo hemû gelan, bi taybetî ji bo Elewiyan hêviya rizgariyê ye. Lewma azadiya wî azadiya me ye." -
'Di 7'ê Tebaxê de eşkere bû ku yekane partiya mûxalefetê HDP ye'
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş da xuyakirin, ku her sê partiyên li Tirkiyeyê li ser siyaseta yekperestiyê li hev kirine û got, "Di 7'ê Tebaxê de derketiye holê, li Tirkiyeyê bi tenê partiyeke mûxalefeta bingehîn heye; ew jî HDP ye."