Li Bonnê, şehîdên Rojava hatin bîranîn û ji bo Ocalan bang hat kirin
Li Bonnê, şehîdên Rojava hatin bîranîn. Di bîranînê de tecrîda li îmraliyê hat şermezarkirin û ji bo azadiya Ocalan banga lidarxistin çalakiyan hat kirin.
Li Bonnê, şehîdên Rojava hatin bîranîn. Di bîranînê de tecrîda li îmraliyê hat şermezarkirin û ji bo azadiya Ocalan banga lidarxistin çalakiyan hat kirin.
Ji damezrînerên PYD'ê Bavê Cûdî (Huseyîn Huseyîn), Îsa Husso, Şehît Polat û Şehîdên Til Eran û Til Hasilê, di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Bonnê hat lidarxistin û Kurdistaniyên li vî bajarî û bajarên li derdorê tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê helbest hatin xwendin û nûnerê PYD'ê û malbat axivîn. Nûnerê PYD'ê yê Bonnê Şêx Xelef ewilî axivî.
Xelef bibîr xist, ku Til Eran û Til Hasil di nava girava Ereban de du wargehên Kurdan e, li wir komkujî hatin kirin û zêdeyî 70 kes jî winda ne. Xelef nêzîkatiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya di vî warî de rexne kir û got, "Heyeta Başûrê Kurdistanê ya çû wê derê, ev komkujî bi nêzîkatiya TC ji cîhanê re ragihand. Lê li aliyê din em dibînin ku gelek mirovên ji Awûstralya, Kanada, Îngilîstan, DYA, Portekîz û Tirk bi hawara gelê me ve tên û şehîd dikevin. Ev rewş bi tena serê xwe têrê dike ku divê Kurd dersê jê derxîne."
Ozan Xelîl Xemgîn jî da xuyakirin, ku bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare rizgariyê ji Rojhilata Navîn re bîne û sekna ji hev parçebûyî ya Kurdan rexne kir. Xemgîn got, "Eger em dibêjin, em dilsozê şehîdan e, wê demê em emcbûrîn xwedî li karê wan derkevin û bi pêş ve bibin."
'PÊWÎSTE EM BI XURTÎ LI RÊBERÊ XWE DERKEVIN'
Metka şehîd Gulbahar Zagros li vir peyivî û banga yekîtiyê li Kurdan kir. Dayika şehîd Şero jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, "Em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Divê tecrîda li ser Rêberê me derhal were rakirin û destûr bê dayîn ku malbat û parêzer hevdîtinê bikin. Ji bo vê jî divê em Kurd çalakiyên xwe xurtir bikin."
'EM Ê 15'Ê TEBAXÊ Û AZADIYA MINBICÊ BI HEV RE PÎROZ BIKIN'
Ji endamên PYD'ê yên li Bonnê Celal Efrîn jî got, "Şehîd Polat ê herî dawî li Qamişloyê şehîd ket, kedarekî ku xwedî tecrûbeya 30 salan bû. Huseyîn Şawîş bi kesayetiya xwe ya zana, rê nîşan dida. Îsa Husso di nava şer de jî bi hevdîtinan pirsgirêk çareser dikir. Feysel Ebû Leyla (Bavê Leyla) şehadetekî ku bi azadiya Minbicê re bûye yek. Bîranîna wî azadiya Minbicê ye, ku kêm jê re ma ye. Em ê 15'ê Tebaxê û azadiya Minbicê bi hev re pîroz bikin. Ji Rojava heta Cizîrê, heta Mehmet Tûnçan, şehîdên me yên serî li ber zilmê netewandine, pêşengê men e, şiyara banga berxwedanê ne."