Li 3 welatan azadiya Ocalan hate xwestin, Erdogan hate hişyarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Fransa, Îtalya û Rûsyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Fransa, Îtalya û Rûsyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.
Hat diyarkirin ku heta agahî ji Ocalan neyên girtin wê çalakî bên domandin û ev peyam hate dayîn: “Eger ku AKP û Erdogan di polîtîkayên xwe yên şer de israr bike, yê ku winda bike wê ew bi xwe be”
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê civîna gel hat lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Di civîna li Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toûloûse de, nûnerê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) axivî. Qiseker diyar kir, heta ew agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Di civînê de her wiha ji bo meşa 13'ê Tebaxê ya li Bordeaûxê û meşa 15'ê Tebaxê ya li meydana Capîtol a Toûloûse banga tevlîbûnê hat kirin.
MODENA
Li bajarê Modena yê Îtalyayê, Kurdistanî û Îtalyanî ji bo azadiya Ocalan li hev civiyan. Di çalakiyê de tecrîd hat şermerzarkirin û dirûşmên li dijî AKP/Qesrê hatin qîrîn.
Parlamentera berê, dosta Kurd Angela Belleî jî li vir amade bû. Belleî got, "tecrîda li ser Birêz Ocalan ne ya qebûlkirinê ye" û destnîşan kir, ku divê dîkta Erdogan were şikandin.
ADIGEY
Organîzasyona-Bêrîtan a Jinên Kurd ên Adigey ên ku xebat li Komara Ozbek a Adigey a girêdayî Federesyona Rûsyayê daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan bê rakirin û polîtîkayên dewleta Tirk a li hember Gelê Kurd jî şermezar kirin. Çalakî li Navenda Jinên Kurd a Adigey hate lidarxistin. Alîkara Serokê Organîzasyonê sînem Broyeva daxuyaniyek da.
Broyeva diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya li hember gelê Kurd û wiha got: “Tecrîda ku li hember Rêberê tevgerekî ji bo azadiyê sond xwarî ne hêza AKP’ê û ne CHP a ku mîna wê difikire û ne jî MHP’ê heye ku Kurdan teslîm bigirin.
Bi taybet piştî hewldana darbeyê ya ku li Tirkiyeyê pêk hat û şûn de fikarên me yên têkildarî rewş û tendirustiya Rêbertiya me zêde bûne, divê demildest rê bê dayîn ku malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê biçin bi Rêbertiya me re hevdîtinê pêk bîne. Em carekî din polîtîkaya tecrîdê ya ku li hember Rêbertiya me tê meşandin lenet û şermezar dikin.”