'Azadiya Ocalan azadiya her kesî ye'

Ji nûnerên ESP Ewropayê Ziya Ûlûsoy bang li hemû hêzên demokratîk kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan têbikoşin.

Nûnerê Ewropayê yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ziya Ûlûsoy ê 19 salan li Tirkiyeyê di girtîgehê de ma, bal kişand ser şert û mercên ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Ûlûsoy destnîşan kir, ku Ocalan lîderê gelekî ye û got, "Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got, 'rewşa wî baş e'. Ev têrê nake, eger rewşa wî baş be çima hûn nîşan nadin. Ev sal û nîvek e ne malbat ne jî parêzer dikarin Ocalan bibînin? Hevdîtina bi parêzeran re mafê hiqûqî yê Ocalan e. Lê çima pêşî li vî mafî tê girtin? Em dixwazin bi vê zanibin. Bi qasî tenduristiya Ocalan jiyana wî girîng e. Ji ber ku Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye, ew rêberê gelekî ye."

Ziya Ûlûsoy da xuyakirin, ku tecrîda li Ocalan tê kirin ji ya tîpa F dijwartir e û wiha dewam kir: "Ji her kesî bêhtir Ocalan bi gefan re rû bi rû ye. Em hemû li girtîgehên tîpa F di hedefa dijberên şoreşê de bûn. Lê belê Ocalan ji bo wan hedefeke mezintir e. Gelê Kurd bi çalakiyên xwe yên xwedîderketina li Ocalan re heta roja îro pêşî li vê girt. Pêwîste ev çalakî bêhtir werin kirin."

Ûlûsoy diyar kir, tevî têkoşîna azadiyê ji bo gelê Kurd, Ocalan ji bo azadiya hemû gelên bindest têdikoşe û nêrînên wî û siyaseta li dijî paşverûtiya li herêmê û emperyalîzmê dimeşîne, ji bo gelan girîng in.

'OCALAN NÎŞANEYA GELÊN HERÊMÊ YE'

Ziya Ûlûsoy da zanîn, ku Ocalan nîşaneya gelên herêmê ye û bang li hemû gelan kir, ku xwedî li Abdullah Ocalan derkevin. Nûnerê ESP'ê işaret bi girîngiya têkoşîna hevgirtî kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Çawa ku em li Rojava bi hev re şer dikin, çawa ku li vê derê em bi HDK û HDP'ê bi hev re têdikoşin û li dijî êrîşên faşîzan ên Erdogan li heman çeperê li ber xwe didin, pêwîste li heman qadan em li dijî tecrîda li ser Ocalan, li hemberî faşîzmê têbikoşin. Ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî, pêwîste em bi hev re têbikoşin."

Nûnerê ESP'ê Ûlûsoy bibîr xist, ku ew ji AKP'ê û Erdogan bawer nakin û got, "Ev desthilatdarî ne ya jê bawerkirinê ye. Lewma ya karibe şert û mercên ragirtina Ocalan sererast bike, têkoşîna me ye. Pêwîste mirov li her cihî ji bo azadiya Ocalan dengê xwe bilind bikin. Ez bi xwe 19 salan li girtîgehê hatim girtin, ku di tîpa F de jî mam. Li gorî min azadiya hemû girtiyên şoreşger bi azadiya Ocalan dibe. Pêwîste her kes biherike kolanan."

...