Girtiyên li Şakranê agir berdan hucreyan

9 girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê, ji bo binpêkirina mafan ên li girtîgehan protesto bikin agir bi hucreyan xistin.

9 girtiyên endamên DHKPC’ê yên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinê ya Şakranê dimînin, ji bo protestokirina binpêkirinên mafan hucreyên lê dimînin şewitandin. Agir ji hêla ekîbên agirkuj hate tefandin. Piştî şewatê, girtiye bi navê Dîdem Akman dîsa li hucreya şewitî hate bicihkirin, ji ber ji dûmanê nerehet bû rakirin revîrê. Akman a serûm lê dan, dîsa li heman hucreyê hatin bicihkirin. Gardiyanan girtiya bi navê Turkan Ozen jî dema ji hucreyê derxistin êşkence lê kirin. Tevî dijwariya lê kirin jî Ozen li dijî binpêkirina mafan çalakiya rûniştinê li dar xist.

Girtî wek sedema çalakiyê jî “xespa mafên li girtîgehan, sînordarkirina pirtûkan, ji bo serdêran ferzkirina GBT’ê, sirgûn, sînordarkirina mafê gotûbêjê” nîşan didin.