Semra Temel: Bila AKP sebra me nefûrîne
Endama Şûra Civaka Îslamî ya Kurdistanê Semra Temel diyar kir, nêzîkatiya AKP'ê li Ocalan nayê qebûlkirin û got, "Serok Apo sedema hebûna gelê Kurd e. Bila AKP sebra me nefûrîne."
Endama Şûra Civaka Îslamî ya Kurdistanê Semra Temel diyar kir, nêzîkatiya AKP'ê li Ocalan nayê qebûlkirin û got, "Serok Apo sedema hebûna gelê Kurd e. Bila AKP sebra me nefûrîne."
Fikarên gelê Kurd û hêzên demokratîk ên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Li hemberî vê yekê, di serî de li Kurdistanê Kurd li her devera lê dijîn dadikevin kolanan û bi çalakiyan polîtîkayên dewleta Tirk û AKP'ê şermezar dikin. Gelek saziyên Kurd ên li Ewropayê li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê çalakî lidar xistin. Her wiha li kolanan jî bi çalakiyan daxwaza azadiya Ocalan dikin. Endama Şûra Civaka Îslamî ya Kurdistanê Semra Temel destnîşan kir, ku ev polîtîkayên AKP'ê ne yên qebûlkirinê ne û bang li hemû Misilmanan kir, ku li ber van polîtîkayan rabin.
'OCALAN MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE'
Temel got, "Em nikarin ji Rêberê xwe Abdullah Ocalan agahiyê werbigirin. Serok Apo sedema hebûna gelê Kurd e, xeta sor a gelê Kurd e. Dewleta Tirk bi sebra me dilîze, sebra me difûrîne. Bila vê neke, ji ber ku Ocalan ji bo jinên Kurd tê wateya jiyanê. Em ji wî hînî azadiya jinê bûn. Desthilatdariya AKP'ê, ji bo nehêle malbat û parêzer wî bibînin, her carê bahaneyekê derdixîne. Ev ne ya qebûlkirinê ye."
Semra Temel destnîşan kir, ku nêrînên Ocalan ji bo gelên herêmê di asta jiyanî de girîng in û got, "Felsefe û nêrîna wî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li herêmê zemîneke azadiyê pêşkêş dikin. Derfetên jiyana bi hev re û azad a hemû cihêrengî, nasname û baweriyan dafirînin. Li Rojhilata Navîn a bûye cihê krîzê, çareserî bi felsefeya azadiya gelan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe."
'DIVÊ HER KES DAKEVE KOLANAN'
Temel ji her kesî xwest, li dijî tiştên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi serê gelan tê anîn, bibin yek û wiha dewam kir: "Ti eleqeya Erdogan bi Îslamiyetê re nîne. Bi bikaranîna Îslamiyetê re hat ser desthilatdariyê. Ev dijminê Îslamiyet û mirovahiyê ne. Li Rojhilata Navîn destekê didin komên terorîst û komkujiyê dikin. Bajarên Kurdan şewitandin, mirov bi saxî li jêrzemînan şewitandin. Komkujî kirin. Li dijî zaliman divê edaletek mîna ya Hz. Omer hebe. Niha jî bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tinebûnê li ser Kurdan ferz dike. Girîng e her kes li dijî zaliman bibin yek û têbikoşin. Li hemberî astengkirina hevdîtinan, divê her kes dakeve kolanan û nerazîbûna xwe nîşan bide."