Êrîşî Televîzyonên Kurdî dikin

Zext û êrîşên rejîma Îran û Tirkiye li ser çapemeniyê zêde dibin.

Piştî binçavkirin û girtina rojnamevanan, qepatkirina televîzyoyên mûxalîf û rojnameyan û şûn de, qenalên ku li Ewropayê weşanê dikin di bin êrîşan de ne.

Televziyonên MED Nûçe TV û Newroz TV yên ku li ser satalayta Hotbîrdê weşanê dikin, di 3 rojên herî dawî de li hember êrîşên qutkirina sînyalan a zêde pêk tên.

Rêveberên televîzyonan diyar kirin ku ev êrîşên sînyal birînê, parçeyek ji terora rejîmên dewleta Îran û Tirkiyeyê yên di demê dawî de ne; ji bo bêbandorkirina van êrîşan hewldanên hiqûqû û teknîkî didomin.