ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hêrsa li hemberî tecrîdê li Ewropayê mezin dibe
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanya, Fransa, Îngilîstan û Awûstûryayê hat şermezarkirin. -
'Li dijî komên radîkal ên Îslamê bi kar tînin, divê tifaq bê avakirin'
Endamê Komeleya Lêkolînên Îslamî û Hîndekarê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Hîlwan a Misirê Dr. Mûhammed Al Şehat Al Cinêdî ji ANF'ê re axivî... -
'Divê neyê ji bîrkirin; yê bajarên Kurdan da xerakirin AKP ye'
"Dema Cizîr, Sûr, Şirnex hatin rûxandin, bi sedan mirov hatin qetilkirin yên digotin artêşa me tiştê wisa nake bila bizanibin ku, tişta pê re rû bi rû mane ne ji sedî yek ê kirinên li Cizîr, Sûr, Şirnex û Geverê ne." -
Li sê bajarên Swîsreyê ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan li sê bajarên Swîsreyê daketin qadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin. -
Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo li 5 bajarên Swêdê hat bîranîn
Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo (Badeen Al) ê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li 5 bajarên Swêdê hat bîranîn. -
Kurdên li Awûstûryayê ji bo Ocalan dadikevin qadan
Kurdistaniyên li Awûstûryayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan. -
Polîsên Tirk êrîşî avahiyên HDP'ê kirin
Piştî ku Erdogan hedef nîşan da, polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk avêtin ser avahiyên HDP'ê yên bajarê Stenbolê û navçeyên wê. Di serdegirtinan de deriyên avahiyan hatin şikandin û gelek kes hatin binçavkirin. -
Amadekariyên ji bo 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dewam dikin
24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, di 3'ê Îlonê de li bajarê Koln ê Elmanyayê tê lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar Bahattîn Dogan bang li hemû Kurdan kir, ku tevlî festîvalê bibin. -
Di nava du salan de 45 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Ji Îlona 2014'an û vir ve, ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê dest bi êrîşên hewayî kir, tê gotin 45 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Sancar: Koalîsyona neteweperest li ser kar e
Parlamenterê HDP'ê Sancar, têkildarî hevdîtina AKP, CHP û MHP'ê ya tê plankirin li ser Destûra Bingehîn bê lidarxistin got, "Koalîsyonek neteweperest li ser kar e. Encamên vê koalîsyonê wê giran bin." -
Xaçerêya ewlekariyê ya Minbicê hate rizgarkirin!
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, xaçerêya ewlekariyê ya ku xwedî girîngiyekî stratejîk ji çeteyan paqij kirin. -
Endamê berê yê Meclîsa DBP’ê Abî hate girtin
Endamê berê yê Meclîsa DBP’ê Senar Abî ku li Geverê hatibû binçavkirin, ji ber Dadgeha Temyîzê cezayê 3 salan ê bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hatibû birîn qebûl kir, hate girtin. -
Li Qoserê teqîn: 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 50 birîndar
Hat ragihandin ku di teqîna saetên şevê ya li navçeya Qosar a Mêrdînê de, 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 50 kes jî birîndar bûne. -
Bîlgen: Ji pêvajoya darbeyê ders nehatiye girtin
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, hevdîtinên Destûrê ku tê armanckirin bêyî HDP’ê bikin nirxand û got, ‘’Tişta berbiçav ew e ku ji pêvajoya darbeyê ders nehatiye derxistin, heman şêwaz piştî 15’ê Tîrmehê jî berdewam dike’’ -
YPG: Em ê bi dijwarî bersivê bidin her cure êrîşan
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî êrîşên li hember Taxa Şêx Meqsûdê diyar kir ku ji bo parastina hemû sivîl û pêkhateyên li Rojava wê heta dawiyê têkoşînê bimeşinin. -
Li Elmanyayê bi îdîaya propagandakarê DAÎŞ’ê kesek hate binçavkirin
Li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê, kesê bi navê Hasan C. ku bi îdîaya endaman ji çeteyên DAÎŞ’ê re dişîne hate binçavkirin, hate tespîtkirin ku bi endamekî din ê DAÎŞ’ê re ku hefteya bihurî hate binçavkirin ,têkîliyên wî hene. -
KCDK-E: Em bi awayekî xurt tevlî mîtînga 13’ê Tebaxê bibin
KCDK-E: Em 13’ê Tebaxê bi awayekî xurt tevlî meş û mîtîngên ku wê li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Swêd, Yewnanîstan, Awûstûrya, Belçîka û Hollanda bên lidarxistin bibin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê Emerîkî eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya Şervanekî Emerîkî ku di operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir. -
Li Swîsreyê ji gaziyan ji bo azadiya Ocalan çalakî
Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, 2 gaziyên ku li Stockholm dijîn, li pêşiya parlementoya Swîsteryê çalakiyek lidar xistin. -
Işik: Rûsya Tirkiye anî ser xeta xwe
Nêzîkbûna Tirkiyê-Rûsyayê rojnamevan-nivîskar Fehîm Işik ji ANF’ê nirxand û got, ev nêzîkbûn encama têkçûna polîtîkayên Erdogan ên Rojhilata Navîn e. -
Li ber Parlamentoya Yewnanîstanê Nobeda Ji Ocalan Re Azadî
Kurdistaniyên li Yewnanîstanê, ji bo azadiya Ocalan li ber parlamentoyê dest bi çalakiya nobetê kirin. -
BHB: Muwekîla me Serpîl Aslan binçavkirî ye
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (BHB) da xuyakirin, ku muwekîla wan Serpîl Aslan hatiye binçavkirin. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, piştî darbeya 15'ê Tîrmehê cara 18. serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. -
Di operasyonên qirkirina siyasî de li çar bajaran 60 ks hatin binçavkirin
Li Edene, Wan, Riha, Colemergê, di operasyonên qirkirina siyasî de, di nav de siyasetmedarên HDP’ê û DBP’ê jî, ji 60 kesan zêdetir kes hatin binçavkirin. -
Ji bo azadiya Ocalan, konvoya ji wesayîtan
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên Kurdistaniyan ên li Swêdê dewam dikin.