ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ozdemîr: Divê Elewî berê xwe bidin Ocalan
Hevseroka FEDA'yê Bêmal Ozdemîr nerazîbûn nîşanî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin da û got, "Ocalan ji bo hemû gelan, bi taybetî ji bo Elewiyan hêviya rizgariyê ye. Lewma azadiya wî azadiya me ye." -
'Di 7'ê Tebaxê de eşkere bû ku yekane partiya mûxalefetê HDP ye'
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş da xuyakirin, ku her sê partiyên li Tirkiyeyê li ser siyaseta yekperestiyê li hev kirine û got, "Di 7'ê Tebaxê de derketiye holê, li Tirkiyeyê bi tenê partiyeke mûxalefeta bingehîn heye; ew jî HDP ye." -
'Divê Kurdistaniyên li Swîsreyê hîn bi xurtî tevlî kampanyayê bibin'
Li Swîsreyê, tevî ku "Kampanya xwedîderketina malbatan a li hev" roj bi roj mezin dibe jî, hejmara heta roja îro derketiye holê têrker nîne. Heta niha 345 malbat li Kurdistanê bûne xwedî malbatekê, ku 6 ji van Swîsreyî ne. -
Îşkence li du ciwanên şoreşger hat kirin
Bûyerên li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê bi serê du ciwanên şoreşger Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen hat, ku 12 rojan di binê çavan de man, mînaka destpêkê ya pêkanîna Rewşa Awarte ya li hemberî mûxalîfên çepgir e. -
Qirkirina Şengalê li Hambûrgê bi meşekê hat şermezarkirin
Qirkirina Şengalê di salvegera duyemîn de li Hambûrgê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. -
Dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan rê li ber hewldana darbeyê vekir
Di pêşengtiya Navevda Civaka Kurd a Cinêvê de, ji bo nirxandina rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê panelek hat lidarxistin. -
'Heta Ocalan azad bibe em ê li qadan bin'
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jinên Kurd li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
Ciwanan ji bo azadiya Ocalan çalakî lidar xistin
Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li Hambûrg, Hannover, London û Lîege çalakî lidar xistin. -
Li Ewropayê perwerdeya çapemeniya alternatîf
Perwerdeya çapemeniya azad a ji aliyê saziyên çapemeniya Kurd ên li Ewropayê ve tê organîzekirin, dewam dike. -
Kurdên li Ewropayê ji bo Ocalan li qadan bûn
Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, di dawiya vê hefteyê de jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin. -
‘Heta ku tecrîd bi dawî nebe mekanîzmeya darbeyê bi dawî nabe’
Rêxistina HDP’ê bajêr li Kadikoyê bi sirûda “Li dijî darbeyê demokrasî, ji bo aştiyê dawî li tecrîda Îmaraliyê bînin” li Kadikoyê li ser rêya Halîtaga daxuyaniya çapemeniyê da. -
YAT: 2 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) li Rojhilatê bakurê Reqayê li dijî nûqteyekî DAIŞ’ê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. -
Xizmên kesên ku hatine nebedîkirin: Heta ku kujer bêne cizakirin em ê li derve bin
Kesên ku nasên wan ji hêla dewletê ve hatine nebedîkirin, vê heftê jî lêgerîna xwe ya dadmendiyê domandin. Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta kesên ku hatin nebedîkirin hate pirsîn. Di çalakiya de, Hûrşît Kulter jî hate pirsîn. -
‘Pêwîstiya me bi çapemeniya azad heye’
Dayikên Aştiyê li pêşiya Amadeyiya Galatasarayê cara 593’emîn kom bûn, vê hefteyê ji bo nûçegihaên Ozgur Gundemê Ferhata Tepe edelet hate xwestin. -
DDB jî alîgirê kaosê ye: Ji bo Ocalan pêwîstî bi biryara tevdîrê nîne
Piştî hewldana darbeyê fikarên têkîldarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûn. Li ser vê parêzeran bi daxwaza biryara tevdîrê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan, lê dadgehê bersiva neyênî da. -
Li Ewropayê çalakiyên ‘’Ji Ocalan re azadî’’ berbelav dibin!
Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye, bi çalakiyan azadiya Ocalan daxwaz dikin. Di çalakiyên duh û îro de hate xwestin ku bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin werin kirin. -
DAÎŞ’ê li Hewîcê sîvîl qetil kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li navçeya Hewîcê ya bakurê Kerkûkê 85 sîvîl qetil kirin. -
93 girtî hatin sirgûnkirin
93 girtiyen li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihatin girtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hatin kirin. Hat diyarkirin 24 girtî di 5'ê Tebaxê de hatin sirgûnkirin , 69 girtî jî wê piştre bên sirgûnkirin. -
Êrîşên li dijî Elewiyan encama polîtîkayên dewletê ne
Serokê Komaleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Amedê Cafer Kolûman êrîşên li dijî Elewiyan wek parçeyek polîtîkaya dewletê ya naguhere nirxand, ji bo derbaskirina kaosa li welat jî banga avakirina bloka demokrasiyê kir. -
‘Gerîlayê Kurdistanê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê diyar kir’
Gerîlayên ku Mexmûr ji dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin, destnîşan kirin ku serkeftina Mexmûrê di paqijkirina Kurdistanê de xwedî rolek diyarker e. -
Li rojavayê Minbicê depoyek sabotajê ya DAÎŞ’ê hate dîtin
Li navenda bajarê Minbicê operasyona şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê didome, di operasyonan de depoyek sabotajê û teqemeniyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin. -
Li Colemêrgê herî kêm 2 leşker hatin kuştin
Li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên HPG’ê yekîneyên artêşa Tirk kirin hedef û herî kêm 2 leşker kuştin. -
15 girtiyên din hatin sirgûnkirin
Bi hinceta “cih nîne” ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê 15 girtî hatin sirgûnkirin. -
Li Elmanyayê eyalet dersên Îslamê yên DÎTÎB’ê xistin pey şopandinê
Hikûmeta Eyaletê ya Rheînland-Pfalzê ragihand ku wan muzakereyên bi biwara dersên Îslamê yên ku li DÎTÎB’ê têne birêveberin û li dibistanan dixwazin bidin rawestandine. -
Tirkiye ji bo YE’yê têra xwe ‘’ne giha ye’’ lê muzakere wê berdewam bikin
Bangên hikûmeta Awûsturyayê yên der barê rawestandina muzekereyan ên Yekitiya Ewropayê ya bi Tirkiyê re, di van demên dawî de pirî caran bû rojev.