BI DÎMEN

Kurdên li Ewropayê ji bo Ocalan li qadan bûn

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, di dawiya vê hefteyê de jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.

Li gelek bajarên Elmanya, Danîmarka, Îtalya û Swîsreyê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat ragihandin, heta gelê Kurd û Ocalan azad bibe, wê çalakî dewam bikin.

KOPENHAGEN

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û Qirkirina Şengalê, çalakiya nobedê ya roja Înê destpê kir, bi meşek ji Vesterbros Torv heta Gammel Torvê qediya

Kurdistaniyan li meydana Gammel Torvê, ku yek ji cihên herî qelebalix ên bajêr e, konê agahdarkirinê vedan. Li vê derê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê belavok hatin belavkirin. Danê êvarê jî li ekranekî mezin tecrîda li ser Ocalan bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan. Ev sînevîzyona bi jêrnivîsa Îngilîzî hat weşandin, bala mirovên li derdorê kişand. Di dema nîşandana sînevîzyonê de belavokên bi zimanên Danî û Îngilîzî hatin belavkirin. Çalakiyê heta nîvê şevê dewam kir.

ÎTALYA

Li bajarê Grosetto û girava Sardegna yên Îtalyayê, ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Li Grosettoyê, bi pêşengiya Navenda Çandê ya Araratê kon hat vedan.

Li girava Sardegnayê jî, Tevna Dostaniya Kurdistanê kon veda û têkildarî tecrîda li ser Ocalan agahî da raya giştî.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, bi sedan kesî ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina komkujiya Şengalê, li hev civiyan.

Meşê li ber avahiya Şaredariyê destpê kir û piştî meşa saet û nîvekê ya li nava bajêr, li heman cihî mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Ji Ocalan re aazadî" hatin qîrîn. Qirkirina Şengalê jî bi rêya lîstikeke şano hat vegotin.

HANNOVER

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Ronahî, li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo azadiya Ocalan meşiyan. Di çalakiyê de wêneyên Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Di çalakiyê de ku bi qasî 400 kes lê amade bûn, hat destnîşankirin ku heta azadiya Ocalan wê gelê Kurd her tim li ser piyan be.

BASEL

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Baselê, li Meydana Clara çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de jinan devê xwe bi bantê girê dan, lingên xwe bi zincirê girê dan û xwe li erdê dirêj kirin. Di vê çalakiya xeleka ji mirovan de, belavok hatin belavkirin. Her wiha jinên tîşortên ji wêneyên Ocalan li xwe kiribûn, li POstaxaneya Baselê 100 name ji Ocalan re şandin.

ZURÎCH

Meclîsa Jinê ya Bêrîtan li kolana Bahnhofê çalakiya rûniştinê lidar xist. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Ocalan azadî ye, aştî ye. Li Tirkiyeyê dîlgirtî ye û em nikarin agahiyekê jê bigirin." Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û bi qîrîna dirûşmeyan çalakî qediya.

CHÛR

Komuna Jinê ya Ekîn Wan li bajarê Chûrê standa agahdarkirinê vekir. Di çalakiyê de li ser tecrîdê gelek belavok hatin belavkirin.

...