DAÎŞ’ê li Hewîcê sîvîl qetil kirin

Çeteyên DAÎŞ’ê li navçeya Hewîcê ya bakurê Kerkûkê 85 sîvîl qetil kirin.

Li gorî ajansa El- Simeriyê Newsê ku agahiyên xwe dispêre fermandarê Heşd El-Şebî Cebar El- Meîmûrî, DAÎŞ’ê li gel jin û zarokan, 85 kesên ku dîl girtiye qetil kirine.

Bi hezaran sîvîlên ku ev 2 sal in li navçeya Hewîceyê di bin zexta çeteyên DAÎŞ’ê de ne, bi qetlîama çeteyan re hevrû ne.